`Êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça di heman demê de ne tesaduf in`

Hevseroka MSD’ê ya Helebê Cîhan Mihemed destnîşan kir ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Kantona Şehbayê di hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker de ne tesaduf in; lê belê berê di çarçoveya koordîneyeke îstîxbaratî de ye.

`Êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça di heman demê de ne tesaduf in`
27 kanûn, 2022   08:53
HELEB

Firqeya 4`an a hikûmeta Şamê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Kantona Şehbayê girantir dike; ku di encamê de gengaziya pêkhatina karesateke mirovî ji ber kêmbûna sotemenî û êrd zêdetir dibe.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Helebê Cîhan Mihemed ji ajansa me re behsa sedemên dorpêçê û encamên wê kir.

DORPÊÇEKE SÎSTEMATÎK E

Der barê dorpêça li ser Kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ku bi sedhezaran koçberên Kantona Efrîna dagirkirî tê de dijîn Cîhan Mihemed got: “Bi dorpêçê re barê koçberan girantir dibe, ev dorpêçeke sîstematîk e.”

Cîhan da zanîn ku dorpêça di hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker de ne tesadufî ne, lê belê i encama nêzîkatiyeke di navbera Enqere û Şamê de çêbûne.

Cîhan wiha domand: “Di destpêkê de me dît ku Erdogan xwest nêzîkbûnek di navbera Enqere û Şamê de çêbibe. Em înkar nakin ku hikumeta Şamê helwesteke neyînî nîşan da û ew daxwaz red kir. Lê helwest ne cidî bû. Ev yek ji me re tişta di bin masayê de eşkere kir ku koordîneyeke îstîxbaratî di navbera wan de heye.”

Cîhan destnîşan kir ku armanca zext û doprêça li ser koçberên sûrî yên ji kantona Efrîna dagirkirî û li kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimînin, careke din wan bidin koçberkirin û hêviyên wan ên rizgarkirina herêmên wan.

Cîhan wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ev siyaset ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xwerser tê meşandin, ji ber ku ev proje kirîza Sûriyê çareser dike, kirîza ku gelek alî hene naxwazin bi dawî bibe ji bo ku jê sûdê werbigirin.”

Cîhan diyar kir ku divê hikûmeta Şamê baş bizane ku niyetên Erdogan ji vê nêzîkbûnê, dagirkirina xaka Sûriyê û vejandina împeratoriya Osmanî ye.

Di dawiya axaftina xwe de Cîhan destnîşan kir ku gava pêşîn a çareserkirina kirîzê diyaloga Sûrî-Sûrî û bidawîkirina dorpêçê ye.

(mh)

ANHA