Berpirsyarên komkujiyên Parisê wê kengî werin darizandin? - Şervîn NÛDEM

Berpirsyarên komkujiyên Parisê wê kengî werin darizandin? - Şervîn NÛDEM
27 kanûn, 2022   00:37

Ev 10 sal in jinên Kurd ên li Ewropayê û TJK-E di bin dirûşmeya, “Em adaletê dixwazin” de çalakî û hewldanên ji bo darizandina berpirsyarên komkujiya Parisê dimeşînin. Tevî ku bi dehan daneyên şênber derketine holê ku kujerê pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk MÎT’ê ve hatiye erkdarkirin, bicih û biçêk kirin jî, heta îro dewleta Fransayê hesab ji sûcdarên vê komkujiya siyasî nepirsiye. Bi vî rengî dewleta Fransa, hema bêje hikûmeta Erdogan vexwendiye da ku cînayetên nû li dijî jin, siyasetmedar û welatparêzên Kurd pêk bîne. Wekî encama vê nêzîkatiyê di 23’ê Kanûna 2022'an de cardin komkujiyeke sîyasî ya plankirî li paytexta Fransa Parisê rû da.

Qetilkirina jina Kurd a şoreşger Evîn Goyî, hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdulrahman Kizil berdewamiya polîtîkayên AKP'ê yên qirkirina jinê û çandî ye. Ev siyaseta qirkirinê tu sînorên exlaqî, polîtîk, hiqûqî an jî erdnîgarî nas nake. Dewletên hegemon çawa ku li hemberî komkujî û kuştinên siyasî yên ku dewleta Tirk li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne bêdeng dimînin, li dijî kuştinên siyasî û lîncên nîjadperest ên dewleta Tirk li welatên Ewrûpê bi rêxistin dike jî vê bêdengiyê diparêzin. Heta di komkujiyên Parîsê de eşkere bûye ku dewleta Fransa bi pergala xwe ya siyasî, dadwerî, polîs û torên medyayê risteke aktîf di sergirtin û berejavîkirina heqîqatan de dilîze. Li vê derê cardin diyar dibe ku ji bo dewlet û rasmaliya Fransayê berjewendiyên li gel hikûmeta Erdogan, ji têgehên wê yên maf û adaletê giranbuhatir in. Ji bo ku feydeyên bazirganiyê û polîtîkayên jeo-stratejîk zirar nebînin, dewleta Fransa qanûn û hiqûqa xwe jî binpê dike, serweriya li ser axa xwe feda dike. Lewma dadwerî û polîsên Fransî li hemberî gef û êrîşên hikumeta faşîst a Tirk, xwe ji bo parastina gel û saziyên civaka Kurdan berpirsyar nabînin. Berevajî wê dewleta Fransa kujerên jin, siyasetmedar, hunermend û welatparêzên Kurd diparêze. Heta ew bi xwe jî bi dar, gaz û serdegirtinan êrîşî Kurdan dike, bi redkirina mafê iltîcaya siyasî, dersînorkirin û girtîgehan hewl dide vîna civaka Kurd teslîm bigire.

Herçiqasî rayedarên hikûmetê xemgîniya xwe ya têkildarî komjiyên Parisê anîne ziman jî, pênaseyên fermî û gavên şênber ên dewletê rastiyeke cuda destnîşan dikin. Beriya herdu komkujiyan dewleta Fransayê gefxwarinên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên Kurd paşguh kirin. Tenê 3 roj beriya êrîşa dawî şewirmendê Erdogan Fahrettin Altun, cardin bi awayekî vekirî gef Kurdên li Fransayê kirin. Wekî din li gorî agahiyên şahîdên bûyerê polîsên Fransî encax 40 deqîqeyan piştî banga alîkariya lezgîn û piştî ku karmendên Kurd kujer bêbandor kirin, hatin cihê bûyerê. Tevî ne astengkirina provokasyonên faşîstên Tirk ên li dijî Kurdan, polîsan bi xwe jî êrîşî çalakvanên Kurd û meşa şermezarkirina komkujiyê kirin. Li gorî nûçeyên ji aliyê çapemenî û medyayên Ewropî ve tên belavkirin, qatil 'kujerekî bi tenê ye û di asta nexweşiyê de nefreta wî li dijî biyaniyan hebû.' Lewma dozgeriya Fransayê di serî de lêpirsîna kujer sekinand, ew ji girtîgehê derxist û derbasî nexweşxaneya derûnî kir. Piştî nerazibûnan cardin ew binçav kirin.  

Beriya 10 salan jî saziyên Kurdan di encama lêkolînên xwe de kujerê 3 jinên Kurd Omer Guney radestî rayedarên Frensî kirin. Lê belê tu caran doz li pêşberiya dadgehê nehatiye vekirin. Îcar jî Kurdan bi tevgerandineke baldar pêşiya qetlîameke mezintir girtine û kujer radestî polîsan kirine. Lê belê cardin nêzîkatî û daxuyaniyên dadweriya Fransayê nîşan didin ku dewlet ji eşkerekirina radeya siyasî ya vê cînayetê û rista dewleta Tirk a di komkujiyê cardin direve. Lê ne di Çileya 2013‘an û ne jî di Kanûna 2022‘an de dem, cih û mexdûrên komkujiyên Parîsê ne "bi tesadûfî" bûn.

Têkoşîna Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, dînamîk û destkeftiyên şoreşa Kurdistanê li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo berjewendiyên hêzên emperyalîst û rejîma faşîst a AKPê pûç kirine, lewma ji komkujiya Parîsê ya sala 2013'an ve kuştinên plankîrî ên jinên pêşeng wekî beşeke komploya navnetewî tê meşandin. Rêber APO şehîdxistina hevala Sakîne Cansîz û hevalên wê di destpêka sala 2013'an de wekî êrîşeke li hemberî kesayeta xwe û berdewama komploya navnetewî nirxandîbû. Armanca êrîşê hem têkbirina pêvajoya çareseriya siyasî ya ku Rêber APO daye destpêkirin û kûrkirina sîstema tecrîda Îmraliyê, hem jî tepisandina vîna azad û hêza têkoşer a jinan û gelê Kurdistanê bû. Wekî berdewama vê planê di Çilê 2016'an de jî Sêve Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li Silopî bi armanca têkbirina pergala xwerêvebirina civakî, li Bakurê Kurdistanê ji aliyê tîmên taybet ên rejîma faşîst a AKP’ê ve bi hovane hatin qetilkirin.

Artêşa Tirk ji sala 2017'an ve jî pêşengên şoreşa jinê yên li Rojavayê Kurdistanê, wekî armanca sereke ya erîşên dagirkeriyê kirine hedef: Ji qetilkirina jinên azadîxwaz û şoreşger ên wekî Fatma Hecî, Barîn Kobanê û Hêlîn Qereçox ên li herêma Efrînê; Zehra Berkel, Emîne Weysî, Hebûn Mele Xelîl û jinên ciwan Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê û Rojîn Ehmed Îsa ên li herêma Kobanê; jinên Ereb Hind El-Xidêr û Seede El Hermas ên li herêma Şedadê; Hevrîn Xelef, Dayika Eqîde, Zeyneb Saroxan, Dayika Hogir û Çiçek Harûnî yên li herêma Cizîrê heta armancgirtina şervan û fermandarên YPJ’ê yên wekî Sosin Bîrhat, Dilar Heleb, Mizgîn Kobanê, Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr'an dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi teknolojiya nûjên ên weke balafirên bêmirov û bi destên sixur û çeteyên xwe domandin. Wekî xelekên herî dawîn ên kuştinên sîstematîk bi armanca têkbirina şoreşa jinê, pêşenga xebatên Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel di Mijdara 2022'an de li Başurê Kurdistanê û mehek şûnde jî endama Konseya Rêveber a KCK’ê û pêşenga Tevgera Azadiya Jinê Evîn Goyî li paytaxta Fransayê ji aliyê kujerên dewleta Tirk ve hatine armanc girtin.

Ji derveyî van mînakan bi sedan bûyerên din ên komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê û rûmeta jinan hatine belge kirin. Kampanya, ‘100 sedemên ji bo darizandina dîktator Erdogan’ ya ku di asta navneteweyî de ji aliyê jinan ve beriya 2 salan hatiye destpêkirin, gelek ji van bûyeran eşkere kirin. Rixmî ku zêdetirî 100 sedemên şênber ji bo darizandina dîktator Erdogan hene jî, tu mekanizmayên hîqûqa Ewropayê yan jî navneteweyî di vê mijarê de li xwedî erka xwe derneketine. Çawa dozger û dadweriya dewleta Fransa ji darizandina berpirsyarên komkujiya yekem a Parîsê reviyan, heta niha yek ji wan qirkirinên plankirî yên li dijî jinên Kurd, di çarçoveya mafên mirovan, hevpeyman û hîqûqa navneteweyî de nehatiye şopandin an jî darizandin. Siyaseta taybet a qirkirinê li dijî gelê Kurd a ku di rastiya komploya navdewletî de li dijî Rêber Apo eşkere bûye, li gorî zagonên şerê taybet a şebekeya NATO ya Gladiyo dixebite. Zagonên wan dibêjin: Çi rêbaz ji bo domandina desthilatdarî, çanda tecawîz, kedxwarî û dagirkeriyê pêwîst be, rewa ye! Kî li hemberî berjewendiyên desthilatdarên sermayedar û netew-dewletê derbikeve jî divê were berteref kirin! Dîroka cînayetên siyasî yên ji salên 1970'an ve li Parîsê hatine lidarxistin, bêyî ku hesaba van were pirsîn qala vê rastiyê dikin: Bi dehan nûner û çalakvanên tevgerên şoreşger û azadîxwaz ên ji welatên Maxrib, Cezayîr, Îran, Suriyê, Fîlîstîn, Afrîkaya Başûr, welatên Bask û Tamîlan li Parîsê ji aliyê tîmên Gladiyo û îstîxbaratan ve hatin înfaz kirin. Lê belê tu doz bi mahkûmkirin û cezakirina berpirsyarên van cînayetan bi encam nebûye.  

Lewma divê em hêvî nekin ku endama NATO’yê, yanî dewleta Fransayê wê berpirsyarên komkujiyên Parîsê jiberxwe ve eşkere bike û adaletê pêk bîne. Me dît ku mekanîzma, qanûn û amûrên pergala desthilatdar tenê berjewendiya desthilatdaran diparêzin. Herçiqasî em bal bikişînin ser vê rastiyê û bertekên xwe li dijî dirûtiya pergala dadweriya netew-dewletê nîşan bidin jî, ji vê zêditir girînge ku em rêxistinbûyîn û parastina cewherî ya jin û civakê li dijî kujerên mêr-dewletê xurttir bikin.  Helwesta civaka Kurd û hevgirtina enternasyonalîst a rêxistinên sosyalîst, ya femînîst û antî-faşîstan li hemberî komkujiyên Parîsê watedar û bi nirx e. Li ser vê bingehê pêwîst e em êdî mekanîzmayên alternatîf ên edaleta jin û civakê di asta navneteweyî de wekî beşeke Konferalîzma Demokratîk  a jin û gelan ava bikin. Encax bi bilindkirina têkoşîna hevbeş, bi darizandina dîktator û kujerên faşîst, li pêşberiya dadgeheke edaletê ya jinan wê pêkan be ku em hesab ji berpirsyarên komkujiyên li Parîsê û çar aliyên Kurdistanê bipirsin. Çirûska serhildanê û hesreta azadiyê ji Rojava heta Rojhilat, ji Bakur heta Başûr bi jiyan û têkoşîna serkeftina şoreşa “Jin-Jiyan-Azadî” li cihanê belav dibe. Bi vê armancê ve girêdayî em ê berxwedana gelan û têkoşîna azadiya jinan bilind bikin heta ku em tola pêşengên şoreşa jinê Sakîne, Nagîhan û Evîn'an û tevahiya şehîdên azadiyê rabikin.