​​​​​​​Kongra Star a Şamê komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir

Kongra Star a peytxeta Sûriyê Şamê komkujiya Parîsê ya duyemîn û hedefgirtina têkoşerên Kurd şermezar kir.

​​​​​​​Kongra Star a Şamê komkujiya Parîsê ya duyemîn şermezar kir
26 kanûn, 2022   19:09
ŞAM

Bi dehan jin ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn li taxa Zorava ya Şamê kom bûn û li wir endama rêveber a Kongra Star Evîn Misto daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Em bûyerên kuştin û hedefgirtina jinên Kurd bi taybetî û gelê Kurd bi giştî li paytexta Fransa Parîsê şermezar dikin.

Ev komkujiya Parîsê ya duyemîn berdewamiya komkujiyên li dijî Kurdan e nexasim ku nêzî salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê ya 2013’an pêk hat ku di encamê de 3 jinên têkoşer şehîd bûn.

Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku der barê vê bûyerê de dest bi lêkolînan bike û bûyerên kuştin û hedefgirtina Kurdan bi taybetî jinên Kurd li Parîsê rawestîne.”

(mh)