​​​​​​​Ji bo dezenfektekirinê dibistan heta 6 rojan tên girtin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo dezenfektekirina dibistanan, dewama dibistanan heta 6 rojan dê were taloqkirin.

​​​​​​​Ji bo dezenfektekirinê dibistan heta 6 rojan tên girtin
26 kanûn, 2022   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma cizîrê îro hemû rêveberiyên dibistanan ên şaxî agahdar kir ku ji bo dezenfektekirina dibistanan, dê dewama dibistanan heta 6 rojan were taloqkirin ku ji sibe sêşemê dest pê dike û 1`ê Çileyê bi dawî dibe.

Desteyê di biryara xwe ya bi hejmar 14 de wiha gotiye : “Li gorî pêwîstiyên berjewendiya giştî û bi armanca dezenfektekirina dibistanan bi hevkariya Desteya Tenduristiyê û Şaredariyan, dewam li dibistanan ji dîroka 27`ê Kanûna 2022`yan û heta 1`ê Çileya 2023`yan tê taloqkirin.”

(şx)

ANHA