​​​​​​​Li Reqayê qedexeya derketinê ya giştî

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê qedexeya derketinê ya giştî li bajêr ragihand ku îro dest pê dike û nediyar e kengî bi dawî bibe.

​​​​​​​Li Reqayê qedexeya derketinê ya giştî
26 kanûn, 2022   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Diriyê yê bakur rojavayê Reqayê, Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê qedexeya derketina derve ya giştî ragihand.

Hemwextî ragihandina biryarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li seranserî bajêr belav bûne. Her wiha dewriye û xebatên lêgerînê li bajêr berdewam in.

Komîteyê bang li şêniyan kir ku pabendî biryarê bin.

(şx)

ANHA