Di êrişa li ser Şerayê de zarokek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Di encama topbarana li ser gundê Tinibê yê navçeya Şerayê de zarokek şehîd bû û 2 birîndar bûn.

Di êrişa li ser Şerayê de zarokek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn- HATE NÛKIRIN
25 kanûn, 2022   12:20
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker gundê Tinibê yê girêdayê navçeya Şera ya kantona Efrîn bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Eseed Mihamîd (16) şehîd bû û Xalid Şêx Taha (16) û Ehmed Mihemed (18) birîndar bûn.

Ji ber topbaranê ziyanên madî jî çêbûn.

ANHA