​​​​​​​Ji bo zarokên li Şehba û Helebê bang li UNESCOʹyê hat kirin

Meclisa Perwerdeyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ji ber ambargoya li ser Şehba û Helebê mafê zarokan ê perwerdeyê ji destê wan hatiye girtin. Meclisê bêdengiya UNESCO rexne kir û xwest ku erka xwe bicîh bîne.  

​​​​​​​Ji bo zarokên li Şehba û Helebê bang li UNESCOʹyê hat kirin
25 kanûn, 2022   11:20
QAMIŞLO

Meclisa Perwerdeyê ya Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyê têkildarî ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye û bandora ambargoyê li qada perwerdekirinê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê ji ber avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan a Herêma Cizîrê hat xwendin.

Berdevka meclisê Bêrîvan Yûsif  daxuyanî xwend.

Bêrîvan Yûsif  bibîr xist ku ev 2 meh in hikumeta Şamê ambargo daniye ser gelê herêma Şehba û Helebê û diyar kir ku  ev jî girêdayî polîtîkayên qirkirinê.

Bêrîvan Yûsif destnîşan kir ku astengkirina mazot, derman, ard û pêdiviyên din ên jiyanê, li derveyî pîvanên exlaqî ye û got: “Koçberên di kampandan de gelek zehmetiyan dikişînin. Kalek ji bo ku zarokên xwe ji sermayê biparêze, cilên xwe dişewitîne. Lê mirovahî ji vê yekê re bêdenge, temaşe dike. Ev cîhe şermê ye.’’

Bêrîvan Yûsif da zanîn ku ji ber tunebûna mazotê li dibistanên herêmê sobe nayê pêxistin, lewma ji bo ku zarok bi sermayê nekevin, perwerde hatiye sekinandin û mafê zarokan ên perwerdeyê ji destê wan hatiye girtin. Bêrîvan Yûsif  diyar kir ku ev ambargo girêdayî polîtîkiyên dewletên dagirker ên qirkirinê û anî ziman ku bi van polîtîkayan tê xwestin mafên civakê yê perwerde, tenduristî û debara jiyanê ji dest were girtin, civak jî muhtacî desthilatê bê kirin.

Bêrîvan Yûsif destnîşan kir ku UNESCO ya ku ji bo parastina mafên perwerde û çandê heye, heta niha bêdeng e û ev rexne kir.  Her wiha bang li UNESCOʹyê kir ku erka xwe bi cîh bîne û nebe hevkara dewletên dagirker û qirker. 

(dg-ha)

ANHA