Li Tirbespiyê û Til Hemîsê 2 panel li ser tecrîd û doza jinê hatin dayîn

Kongra Star li navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê yên Qamişloyê du panel li ser tecîrdê li dijî rêber Ocalan û fikrên wî yên li doza jinê hatin lidarxistin .

Li Tirbespiyê û Til Hemîsê 2 panel li ser tecrîd û doza jinê hatin dayîn
24 kanûn, 2022   16:30
QAMIŞLO

Li Tirbespiyê, li hola Nivîsgeha PYD′ê panelek bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" hate dayîn. Di panelê de kesayetên welatparêze beşdar bûn.

Di panelê de beşdaran li ser tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî yên têkildarî doza azadiya jinê nîqaş kirin.

Di panelê de endama rêvebera Kongra Star a Tirbespiyê Şerîfe Murad axivî û girîngî da perspektîfên rêber Ocalan ên der barê jinê û pêwîstiya dayîna mafên wê ji bo xwegihandina civakeke azad û hevgirtî.

Şerîfe bal kişand ser pêwîstiya bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û got azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.

Beşdaran jî li ser armancên dewleta Tirk ji tecrîda û helwesta hêzên navneteweyî.

Beşdaran da zanîn ku doza azadiya jinê ji bo azadiya gelan dozeke girîng e.

TIL HEMÎS

/ar/uploads/files/2022/12/24/155802_img_0069.webp

Kongra Star a Til Hemîs a Qamişloyê li ser tecîrda li dijî rêber Ocalan panelek li dar xist, tê de bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Ereb amade bûn.

Panel li hola navenda çandê ya li rojhilatê Til Hemîsê hate lidarxistin.

Endama PYD′ê Heyal El Xiwêr hin têkoşîn û rêwîtiya rêber Ocalan xwendin.

Piştî wê, beşdaran sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhialtê Sûriyê, tecrîda li dijî rêber Ocalan û qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan bi rêber Ocalan re, şermezar kirin.

Beşdaran da zanîn ku çareya yekane ji tevahî krîz û nakokiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê di destê rêber Ocalan de ye. Ji lew re tecrîda li dijî rêber Ocalan girantir dikin.

Beşdaran soza şopandina fikir û felsefeya rêber Ocalan da, her wiha soza zêdekirina çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan da.

(fr)

ANHA