Dîmenên êrişa Parîsê derketin holê

ANF`ê dîmenên nû yên êrişa li ser Kurdan a li Parîsa parve kirin.

Dîmenên êrişa Parîsê derketin holê
23 kanûn, 2022   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF`ê êrişkar beriya nîvro êriş Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya kir û bi pişt re êriş restoranteke Kurdan û dikaneke porkurkirinê ya li heman kuçeyê kir.

Di dîmenên kameraya li avahiya berber de ku ANF`ê parve kiriye xuya dibe ku êrişker bi çeka di destê xwe de dikeve hundir û guleyan berdide mişteriyan ku xwe disipêrin paşiya salonê. Hingê yek direve, yên di hundir de êrişkar bê bandor dikin û dest didin ser çeka wî.

Ji dîmenan xuya dibe ku yek jî ji zikê xwe de birîndar dibe.

Polîsan, da zanîn ku wan êrişkar girtiye, rayedaran jî polîs pîroz kirin ku “bi lez û bez“ êrişker girtiye. Lê ji dîmenan xuya ye ku êrişker ji aliyê dikandar ve tê bêbandorkirin û polîs pir dereng tên cihê bûyerê.