​​​​​​​TEV-DEM`ê: Hikumeta Fransa berpirsa komkujiya Parîsê ye

TEV-DEM`ê got hikumeta Fransa berpirsa komkujiya Parîsê ya li dijî kurdan e û banga seferberiyê û mezinkirina têkoşînê kir.

​​​​​​​TEV-DEM`ê: Hikumeta Fransa berpirsa komkujiya Parîsê ye
23 kanûn, 2022   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê komkujiya li dijî Kurdan a li Parîsê pêk hatiye de û di encamê de 3 kurd şehîd bûne û gelek birîndar bûne, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de TEV-DEM`ê got: “Dadgeha Edlê ya Ewropayê, ji berpirsyariya xwe ya exlaqî têkildarî derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê xwe da alî, ruxmî ku dadgehê gelek belge bi dest xistin ku navê partiyê ji terorê bê guneh dike, lê di encama zexta hikumeta faşîst a Tirk û gelek hikumetên din de ku têkiliyên wan di komploya navneteweyî de hene, biryara mayîna partiyê di lîsteya terorê de stend.

Di encamê de rê li pêşiya çalakbûna torên îstîxbarata dewleta Tirk vebû ku li dijî vîna gelê me yê Kurd ê li Ewropayê komployan li dar bixe. Hemwextî wê, siyaseta xwe ya êrişker li dijî endam û parlamentoyên HDP`ê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê meşand. Li paytexta Fransa Parîsê bi roj bi guleyan êriş Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 kurd şehîd bûn ku di nav de hunermend Mîr Berwer heye û 3 kurdên din bi giranî birîndar bûn.

Ev komkujî, berdewama komkujiya Parîsê ya li dijî pêşengên şoreşa me; Sakîna Cansiz, Fîda û Leyla ye. Koordîneyeke hevbeş di navbera torên îstîxbarata dewleta Tirk û Fransayê de heye ku bi hev re hewl didin vîna gelê me û dostên me yên li bajarên Ewropayê bişikînin ku piştgiriya berxwedana gerîla û vîna gelên me yên li herêmê dikin.

Hikumeta Fransa berpirsa vê komkujiuyê ye ji ber ku kujerên komkujiya sala 2013`an eşkere nekirin. Ji wê zêdetir, ev hikumet destek û koordîneya bi dewleta Tirk a faşîst re zêde kir û di encamê de komkujiyeke din pêk hat.

Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê seferber bin, têkoşînê mezin bikin, dakevin qadan û tev li xwepêşandanên aştiyane bibin da ku siyasetên komploger ên li dijî gelê me yê li bajarên Ewropayê eşkere bikin.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê li Kurdistanê û Ewropayê re û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.”

(şx)