Ji KNK`ê bang: Li dijî êrişan bê deng û bê helwest nemînin

KNK’ê têkildarî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê pêk hatiye daxuyaniyek nivîskî da û got: “Divê li her cihê Kurd xwedî li saziyên xwe derkevin û bê deng û bê helwest nemînin.”

Ji KNK`ê bang: Li dijî êrişan bê deng û bê helwest nemînin
23 kanûn, 2022   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye êrişeke çekdarî pêk hat. Êrişkar, gule li restoranteke Kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Li gorî agahiyan 3 Kurd şehîd bûne û 4 Kurd jî birîndar bûne.

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişê daxuyaniyek da û got: “Ev demek dirêj e ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe şerekî topyekûn, çi li Kurdistan û çi li derveyî welêt li hemberî gelê Kurd dimeşîne û gef li hemû saziyên Kurdan ên li Ewropayê dixwe.”

Her wiha KNK`ê diyar kir ku ne tesaduf e ev êriş di 10’emîn salvegera qetilkirina siyasetmedarên Kurd li Parisê hatiye kirin.

KNK`ê destnîşan kir ku dewleta Tirk, bi zihniyeta desthilatdariya rejîma faşîst a AKP-MHP gefên xwe bi awayekî eşkere li hemberî gelê Kurd pêk tîne û kurden li Ewropa yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Ewropayê bûne jî, rastî êrişên dewleta Tirk tên.

KNK`ê di daxuyaniya xwe de got: “Gelek welatên Ewropa, di serî de Fransa ku ji van êriş û planên dewleta Tirk agahdar in, lê tedbîrên nagirin. Dewleta Tirk jî ji vê bêdengiyê cesaret digire û bi wî awayî êriş dike. ”

KNK`ê da zanîn ku êrisa li Parîsê ya li hemberî gelê Kurd bi plan û zihniyeta dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê pêk hatiye, kujer û êrişkar kî dibe, biryara êrişê li Enqereyê, ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn.

KNK`ê di daxuyaniya xwe de bang li hikumeta Fransayê kir ku demildest êrişker û hêza li pêş wî eşkere bike û wiha domand: “Ji bo ewlekariya hevwelatiyên Kurd tedbîran bigire. Di heman demê de em bang li hemû hikûmetên welatên Yekitiya Ewropayê (YE) dikin ku helwestê li hemberî terora dewleta Tirk helwest nîşan bide û êrişan rawestîne. ”

Di dawiyê de KNK`ê bang li gelê Kurd kir ku li her derê li saziyên xwe, xwedî derkeve û bê deng û bê hewest nemîne!