​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Şadî Ehmed

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şadî Ehmed re xwest û soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.

​​​​​​​Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Şadî Ehmed
23 kanûn, 2022   12:01
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li pêş mala malbata şehîd Şadî Ehmed konê sersaxiyê vegirt. Bi sedan şêniyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, endamên PYD′ê û Kongra Star ên bajêr amade bûn.

Konê sersaxiyê li taxa Qidurbeq a Qamişloyê hate vegirtin. Di merasîma sersaxiyê de endama rêveber a Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan û dayika 2 şehîdan Rîhan û Mihemed Gulo, Cîhan Gulo bixêrhatina beşdaran kir û sersaxiya malbata şehîd Şadî Ehmed xwest.

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Komîteya Lihevanînê ya taxa Aşûriye Ekrem Mihemed lehengiyên gelê herêmê di vê qonaxa hestiyar de pîroz kir û wiha got: "Me planên El Nusra, DAIŞ′ê, çete û komên terorîst têk birin, em ê hewlên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi felsefeya rêber Ocalan, şehîd û berxwedana gerîla jî têk bibin û em ê têkoşînê bilind bikin û bi ser bikevin."

Her wiha endamê Meclisa taxa Cûdî ya Qamişloyê Ebdurehman Sinco bang li şêniyên herêmê kir ku li dora felsefeya rêber Abdullah Ocalan bicivin û layiqî fedakariyên şehîdan bin ku armancên wan pêk bînin.

Endamê Meclisa bajarokê Tenûriyê Mihemed Xêr Elîka jî wiha got: "Ji dema derketina tevgera azadiya Kurdistanê ve zarokên me rêya şoreşê hilbijartin, li ser vê fikirê û wê sondê meşîn. Hezkirina me ji axê re hêzdayîna û bersivdana li hember tevahî komployên di şexsê rêber Ocalan de li dijî gelê Krudistan û Rojhilata Navîn e."

Dûre wesîqeya şehîd Şadî Ehmed ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şêrîn Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê kir.

Şadî Ebdulezîz Ehmed di 19′ê Kanûnê de di dema rizgarkirina hevrêyên xwe ji noqbûnê li çemê li Tebqayê de, şehîd bûbû.

(fr)

ANHA