Heyva Sor a Kurd civîneke çapemeniyê li dar xist

Heyva Sor a Kurd li Qamişloyê ji bo şîrovekirian hûrgiliyên serkeftina yekemîn emeliyeta li Bakur û Rojhilata Sûriyê ya ji bo cudakirina cêwiya siyam, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Heyva Sor a Kurd civîneke çapemeniyê li dar xist
23 kanûn, 2022   11:41
QAMIŞLO

Di 9′ê Kanûnê de tîma ji bijîşk û pisporan ên ye ji nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişloyê emeliyeta cudakirina cêwiya siyam pêk anî. Ew yek piştî derbasbûna du mehan ji dayikbûna wan ji hêla malbata koçber a ji Serêkaniyê ku li kampa Waşûkanî ya Hesekê pêk hat. Tê zanîn yek ji cêwiyan beriya emeliyetê wefat kir.

Ji bo şîrovekirina hûrgiliyên emeliyetê, vê sibehê Heyva Sor a Kurd li hola Zana ya li Qamişloyê civîneke çapemeniy li dar xist, tê de tîma bijîşan a beşdarî emeliyetê bûye yek ji zarokên rizgar bûye bi navê Şahîn, malbata wî, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl amade bûn.

Di civînê de hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî spasiya tevahî hevrêyên tev li vê emeliyetê bûne ku yek ji emeliyeta yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, kir.

Êva wiha domand: "Em Heyva Sor a Kurd dê xizmetî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî aliyan ve bikin û emeliyeta cudakirina cêwiyan Muhîc û Şahîn di saetên destpêkê yên welidîna wan de îsbat kir ku me di tevahî alîyên tenduristî, aborî û morale de alîkariya malbatê kir. Emeliyet li Nexweşxaneya Şehîd Xebat a Qamişloyê ji hêla komîteya bijîşk û pisporan ve pêk hat."

Her wiha bijîşk Xalid Îbrahîm ê taybet bi nexweşiya zarokan got zarok ji aliyên zik û kezebê ve bi hev ve bûn û ew rewş pir xeternak e, lê emeliyet serkeftî bû. Niha jî rewşa Şahîn aram e û di bin çavdêriyê de ye.

Bijîşk Heysem Qasim ê taybet bi nexweşiya zarokan jî wiha got: "Di testa ji ciwêyan re hate diyarkirin ku kunek li piştê yekî heye. Ji ber wê me endoskopî û tomografî çêkir, da ku organên bi hev ve û derfetên cudakirinê bizanin."

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Hesen Emîn jî ev tişt got: "Emeliyet bi pisporiyên herêmê li gel rewşên zehmet, kêmderetiyan û dorpêçê bi ser ket. Ev serkeftin li serkeftinên din ên li herêmê zêde dibin û sembola serkeftina Rêveberiya Xweser e."

Emîn spasiya malbata cêwiyan, Heyva Sor a Kurd û tevahî kesên beşdarî emeliyetê bûne, kir.

Civîn bi xelatkirina tîma bijîşkî ya ji 14 bijîşkan û bijîşka benckirinê pêk tê, ji hêla hevserokên Heyva Sor a Kurd Êva Elî û Hesen Emîn ve hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA