​​​​​​​Zubeyîr Aydar: Biryara êrişa li Parîsê li Enqereyê hate dayîn

Zubeyîr Aydar diyar kir biryara êrişa li dijî komeleya Kurdan a li Parîsê li Enqereyê hatiye dayîn û banga şermezarkirinê kir.

​​​​​​​Zubeyîr Aydar: Biryara êrişa li Parîsê li Enqereyê hate dayîn
23 kanûn, 2022   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Fransayê Parîsê îro di saetên nîvro de li dijî Navenda Çanda Kurd êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî şahidan, kesekî çek di dest de berê gule li komeleyê, piştre xwaringeha Kurdan û li kuaforekî Kurd reşand. Di êrişê de mirî û birîndar hene. Êrişkar ji aliyê polîsan hate girtin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji ANF'ê re axivî û diyar kir li gel ku ew hemû agahiyên li ser êrişî nizanin jî diyar e ku ‘ne êrişeke ji rêzê ye’.

Aydar got: "Em nikarin vê êrişê weke êrişeke ji rêze binirxînin. Ev versiyoneke din a êrişa 10 sal berê ye ku li Parîsê hatibû kirin. Em nizanin kesê hatiye girtin kî ye, lê ev operasyon li Enqerê biryara wê hatiye dayîn. Ev êriş ji aliyê MÎT û kontragerîla ve hatiye organîzekirin e."

Aydar anî ziman ku kê êriş kiribe jî li pişt êrişê Enqere heye û bal kişand ser lêpirsîna li ser qetilkirina 3 jinên Kurd ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin û lêpirsîna hewldana sûîkasta li dijî rêveberên Kurd a li Belçîkayê û got: "Vê lêpirsîna 10 salan nîşanî me da ku navenda tîmên sûîkastê yên Tirk ku li Ewropayê ne, Fransa ye.”

Aydar diyar kir ku Fransa ji vê êrişê berpirsyar e û tevbîrên pêwîst nestendiye û got, “Piştî qetlîama Parîsê tevdîrên pêwîst nehatin girtin û êrişkar nehatin darizandin. Fransa ji îxmal û nestendina tevdîran berpirsyar e.”

Aydar diyar kir ku ev êriş tê wateya ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê aniye Ewropayê û got: “Êriş li qadeke berfireh belav kirine.”

Zubeyîr Aydar got: “Em ê jî li gorî vê tevbîrên xwe bistînin û em gel em ê xwe biparêzin. Bi van êrişan re ne em û ne jî gelê me nikarin bitirsînin, em ê bi zanebûn zêdetir li dijî wan derkevin."

Aydar bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku di nava pîvanên demokratîk de helwesta xwe nîşan bidin û got “Em bang li hemû gelê xwe yê li Parîsê dikin ku bila werin pêşiya komeleyê û xwedî li birîndaran derkevin.”