​​​​​​​Li Çemçoyê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê da zanîn ku li herêma Çemçoyê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrişî çeperên berxwedanê yên gerîla kir.

​​​​​​​Li Çemçoyê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
23 kanûn, 2022   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên hêzên wan ên li dijî artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker carekê bi bombeyên qedexekirî û 10 caran jî bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Qadên Berxwedanê di heman demê de 16 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 22'ê Kanûnê saet di 13:40'î de bi çekên giran, saet di 19:00 de jî bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encama herdu çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

22'ê Kanûnê li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî, 10 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

22'yê Kanûnê li Metînayê zeviyê Girê Çarçelê, li Xakurkê qada Sinînê û li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê jî çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

22'yê Kanûnê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM'ê, qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê û derdora gundê Sîdayê bi dehan caran bi hawan, obus û çekên giran hatin bombekirin."