Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê.. Dema çand ji bin kavilên şer radibe – Hêvîdar Xalid

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê.. Dema çand ji bin kavilên şer radibe – Hêvîdar Xalid
23 kanûn, 2022   00:48

Çand yek ji stûnên herî girîng di jiyana gelan û komên resen de ye, ku roleke pir girîng di berdewamî û hebûna wan gelan de dilîze. Çand bîreweriya gelan e û bi qasî ku gel pê ve girêdayî be û lê xwedî derkeve, ewqasî hebûna wî gelî diparêze û bi hezaran salan didome. Yê bê çand û bê dîrok, nikare bi rûmet û azad bijî.

Li Rojhilata Navîn û bi taybetî herêma Mezopotamiyayê ku şoreşa çandî ya herî mezin anku şoreşa çandiniyê bi destê dayika xwedawend berî hezaran salan dest pê kiriye, bû qubleya hemû lêkolerên rastiyê, ji wê demê de heta niha.

Tevî ku pergalên serdest gelek fişar û astengiyan li pêşiya şoreşa çandî derdixin û vîna gelên resen kontrol dikin, nasnameya wan û çanda wan bi rêya siyasetên hovane, diçewisînin, lê vê şoreşê, çanda xwe ji tunekirinê parast. Mînak li Sûriyê ku çandên dij çanda desthilatê qedexe dike, wan gelan ayînên xwe yên çandî bi awayekî veşartî li dar dixistin.

Belê, hemû çalakî û merasîmên çandî li pêkhateyên ne Ereb ji aliyê desthilatiya Sûriyê ve hatibûn qedexekirin, ku wê jî di salên borî de li dijî wan di serî de li dijî Kurdan zordestî dikir.

Gelê Kurd nikarîbû mafê xwe yên çandî û civakî bi serbestî pêk bianiya, hertişt ji bo Kurdan qedexekirî bû. Eger pêk bianiya jî, dibe ku berdêla wê yekê jiyana wî yan girtina bi dehan salan be; ji ber ku rêjîma Sûrî ya ku li ser esasa Baasî ya nijadperest ava bûye, her tevgereke ne erebî qedexe dikir û para herî zêde ji van kiryaran a Kurdan bû.

Gelek malbatên kurd, nedikarîn di qeydan de bi awayekî fermî navên kurdî li zarokên xwe bikirina. Pergala Baas ji bilî navên erebî qebûl nake ku navên din di qeydên fermî de tomar bike. Di encamê de, yan malbat neçar diman nav biguherin yan jî zarok bê belgeyên fermî bimîne. Heta bi gelemperê axaftina bi kurdî qedexe bû.

Lê bi destpêkirina şoreşê li Sûriyê re ku bi destê gelek aliyan ji rêyê xwe yê rast derket, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên kurd, ereb, suryan, xeteke din pejirand, pê re roja şoreşeke din di serkêşiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşengiya jinan hilat. Vê şoreşê, gelek destkeftiyên rasteqîn bi dest xistin. Di jiyana pêkhateyên herêmê de, zemîna pêvejoyeke dîrokî ava kir ku piştre bi şoreşa civakî, exlaqî û çand ku mîna wê li dar neketiye, hat nasîn.

Pêkhateyên resen ên herêmê ku di vê herêma dîrokî ya kenvar de bi hev re jiyane, xwedî li çandên xwe derketin, navend û komeleyên çandî her yek bi zimanê xwe vekirin. Gelek saziyên çand û komele, ji bo pêşxistina aliyê hunerî li herêmê zemîneke xurt ava kir. şoreşa çandî geş bû, behreyên çandî û hunerî yên pêşeng derketin pêş.

Navendên çand û hunerê bûne cihên ku xelk lê kom dibe. Ruxmî şer û êrişên dewleta Tirk a dagirker, lê çalakiyên hunerî berdewam in û bi lez bi pêş dikevin. Hemû beşên civakê, bi hev re wan çalakiyan amade dikin bi rêya lidarxistina mîhrîcan û pêşangehan. Bêguman, şerê domdar ê li dijî herêmê bandor li van çalakiyan dike, lê dîsa jî xelkê herêmê xebatên xwe di vî warî de bêwestan berdewam dikin.

Di nava Komîna Sînema ya Rojava de, fîlmên sînemayê têne amadekirin. Navenda Şehîd Welat ji destpêka şoreşê ve, roleke çandî lîst. Ruxmî derfetên sînordar lê bi dehan berhemên hunerî pêşkêş kirin ku di nava pêkhateyên herêmê de deng vedan. Bi rêya wan berheman dengê şoreşê û çîrokên lehengên mezin ku destdên lehengiyê li hember dijminan nivîsandin bi hemû zimanan ragihandin civak û cîhanê.

Piştî ku ev berhem deng vedan, derhêner, nivîskar û sînemager ji herêmên cuda berê xwe dan herêmê da ku berxwedana gelên wê û jiyana wan li gel şert û mercên şer nas bikin. Film û dosyayên taybet têkildarî wan çêkin û amade bikin. Pirtûk, roman li ser berxwedana wan binivîsin. Ez jî dixwazim rave bikin ku ez heyranê van berheman im bi taybet ên navenda Şehîd Welat ku berhemên wê xwedî navarokên xweş û taybet in û dihêlin temaşeker bi kêfxweşî lê temaşe bikin.

Bêguman, ruxmî derfetên sînordar ên sazî û navendên çandî lê ew dîsa dikarin di dema bê de, berhemên xweşiktir derxin ku aliyên ronak ên şoreşa herêmê û çanda wê nîşan bidin ku ciherengiya wê, dewlemendî û hevgsengiya wê zêdetir dike û dibe bingeha civakeke hevgirtî.

(mh-şx)