​​​​​​​Meclisa Kantona Girê Spî 2 eşîr li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kantona Girê Spî 2 eşîrên qebîleya El Fedan li başûrê rojavayê Eyn Îsayê li hev anîn.

​​​​​​​Meclisa Kantona Girê Spî 2 eşîr li hev anîn
22 kanûn, 2022   15:35
EYN ÎSA

Bi beşdariya endamên eşîrên El Mihêd û El Şimêlat ên qebîleya El Fedan û endamên meclisa kantonê, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî, Komîteya Lihevanînê ya meclisa kantonê, 2 eşîr li hev anîn.

Berî çend rojan di navbera her du eşîran de li gundê Xirbet Hedlê (15 KM başûrê rojavayê Eyn Îsayê) nakokî derket. Ger ne ji destwerdana komîteyên lihevanîn, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê bûya dibe ku nakokî zêde bibûna.

/ar/uploads/files/2022/12/22/134131_hzaa-mhmd.webp

Cîgirê hevseroketiya Kantona Girê Spî Heza Mihemed diyar kir ku eşîr di hevgirtina civakê û bidawîkirina nakokiyan de roleke girîng dilîzin.

Heza bal kişand ser rewşa xerab a herêmê û bandora wê li ser pêkhateyan ku di encamê de nakokî û tevlihevî di nav civakê de belav dibin.

Heza spasiya keda hemû aliyan ku di lihevanînê de rolek lîst kir.

Girêdayî mijarê, berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa keda hemû kes û aliyên ku beşdarî bidawîkirina nakokiyan di navbera şêniyên herêmê de rolek lîstine spas kir û got: “Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, dîsa jî pêkhate bi hevgirtina xwe planên dagirkeriyê têk dibin.”

(mh)

ANHA