​​​​​​​PANORAMA 2022-3

​​​​​​​PANORAMA 2022-3
22 kanûn, 2022   04:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salekê de 119 welatî şehîd bûn, ji wan 15 zarok, 58 şervan in. 292 welatî birîndar bûn, di nav de 48 zarok û 23 şervan. 59 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 91 leşker jî birîndar bûn. 29 dibistan, 4 navendên tenduristiyê, 10 perestegeh û bi dehan cihên petrol, kehrebe, gaz, torên peywendiyan û navendên xizmetgûzariyê hatin hedefgirtin. 2 caran jî çekên qedexe hatin bikaranîn.

Detayên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî herêmê bi vî rengî ne:

Din salekê de bi hezaran caran Qamişlo, Tirbespiyê, Dirbesiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Rimêlan, Hesekê, Til Temir, Zirgan, Til Koçer, Dêrazor, Hol, Eyn Îsa, Kobanê, Minbic, Şehba, Til Rifet û 300 gundên girêdayî van cihan hatine topbaran û bombebarankirin. 

ÇILE

Topbarana li ser herêma Firatê; 5 hemwelatî şehîd bûn. Di nav de 3 zarok 39 welatî birîndar bûn. Leşkerekî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

Topbarana li ser herêma Cizîrê; 2 hemwelatî birîndar bûn.

SIBAT

Topbarana li ser herêma Cizîrê; 5 hemwelatî û 5 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Topbarana li herêma Firatê; welatiyek şehîd bû, 3 welatî jî birîndar bûn.

Topbarana li ser herêma Efrînê; 4 welatî û 7 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Êrişên bi keşfên biçek li herêma Cizîrê; zarokek şehîd bû, di nav de zarokek 8 welatî û 2 şervan jî birîndar bûn.

ADAR

Topbarana li ser herêma Firatê; 5 zarok birîndar bûn.

Li herêma Efrînê di encama topbaranê; de 4 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

NÎSAN

Êrişa hewayî li herêma Cizîrê; şervanek şehîd bû, 2 şervan û hunermend Ferhad Merdê jî birîndar bûn.

Li herêma Firatê êrişa balafira bêmirov a biçek: 3 şervanên YPJ`ê şehîd bûn.

Topbarana li herêma Cizîrê; Şervanek şehîd bû, şervanek û 3 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. 15 welatî birîndar bûn.

Topbarana li herêma Firatê; welatiyek şehîd bû û 3 welatî birîndar bûn.

GULAN

Topbarana li ser herêma Firatê: Li Minbicê di nav de zarokek 12 welatî birîndar bûn.

Li herêma Cizîrê di encama topbaranê de: Şervanek û 6 welatî birîndar bûn.

Li herêma Firatê di encama êrişa balafirên keşfê yên biçek de; welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Ekrem Ustek şehîd bû.

Bombebarana keşfên biçek li herêma Cizîrê: şervana YPJ’ê Mizgîn Botan û welatparêzê Kurd Kesra Melek şehîd bûn, şervana YPJ’ê Dicle Cûdî û Hêvîdar Dirbêsiyê jî bi giranî birîndar bûn.

HEZÎRAN

Li herêma Firatê di encama topbaranê de; 2 zarok şehîd bûn.

Topbarana li herêma Cizîrê; di nav de zarokek 3 welatî û 6 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Li herêma Firatê di encama topbaranê de; 9 welatî birîndar bûn.

Encama topbarana li ser herêma Efrînê; welatiyek şehîd bû, zarokek, jinek û 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Êrişa keşfên biçek li herêma Cizîrê; 5 hemwelatî birîndar bûn.

TÎRMEH

Topbarana li herêma Cizîrê; di nav de zarokek 4 welatî şehîd bûn, 4 jê zarok 44 welatî birîndar bûn. 3 şervan birîndar bûn. 3 Leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, leşkerek jî birîndar bû.

Topbarana li herêma Firatê; zarokek di nav de 4 welatî şehîd bûn û 2 jê zarok 6 welatî birîndar bûn.

Li ser herêma Efrînê topbaran: Zarokek şehîd bû. 18 welatî û 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Êrişa balafirên keşfê yên biçek li herêma Efrînê; 4 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Encama bombebarana keşfên biçek li herêma Cizîrê; Fermandara YPJ`ê Mizgîn Kobanê, fermandara Hêzên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ`ê Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn Botan şehîd bûn.

Êrişa hewayî li herêma Firatê; Fermandar Berxwedana Kobanê, Kendal Rojava, endamên Hêza Ewlekariyê Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên, Selma Elî Mistefa û welatiyek şehîd bûn. Welatiyek jî birîndar bû.

TEBAX

Di encama topbarana li herêma Cizîrê de; 2 şervan û welatiyek şehîd bûn. Di nav de 5 zarok 9 welatî û 5 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Topbarana li ser herêma Firatê; welatiyek û zarokek şehîd bûn. Di nav de 3 zarok 5 kes birîndar bûn. 4 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Topbarana li herêma Efrînê; zarokek şehîd bû, 2 zarok û jinek birîndar bûn. 3 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Bombebarana balafirên keşfê yên biçek li herêma Cizîrê; 13 şervan, 7 zarok û welatiyek şehîd bûn. 10 zarok û welatiyek û 3 şervan birîndar bûn.

Bombebarana balafirên keşfê yên biçek li herêma Efrînê; 4 hemwelatî şehîd bûn û di nav de 7 zarok 15 welatî jî birîndar bûn.

Encama lêdana balafirên şer li herêma Firatê; 16 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 3 leşker jî birîndar bûn.

ÎLON

Encama êrişa balafirên keşfê yên biçek li herêma Firatê; 2 fermandarê YPG`ê Rojhat Karakoçan û Dogan Amanos û 3 şervanên Dîsîplîna Leşkerî, Li Girkê Legê Hevserokên Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûn. 2 hemwelatî şehîd bûn, 3 birîndar bûn.

Topbarana li ser herêma Cizîrê; 2 welatî şehîd bûn, 5 welatî jî birîndar bûn. Leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.

Li Kobanê topbaran; di nav de zarokek 4 welatî û 2 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

COTMEH

Di êrişa balafirên keşfê yên biçek li herêma Cizîrê de; endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro û 2 welatî şehîd bûn.

Encama topbarana li ser herêma Cizîrê de; leşkerekî hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da, 5 leşker jî birîndar bûn. 7 hemwelatî birîndar bûn.

Di topbarana li herêma Efrînê de; 2 zarok birîndar bûn.

MIJDAR

Êrişa balafirên şer li herêma Cizîrê; 2 nobedarên ambarên li herêmê şehîd bûn. 3 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. Di nav de hevalê me rojnemevan Îsam Ebdullah 11 hemwelatî şehîd bûn û 6 kes jî birîndar bûn. 10 şervan şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Bombebarana balafirên şer li herêma Efrînê; 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd bûn, 25 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 31 leşker jî birîndar bûn.

Êrişa balafirên şer li herêma Firatê; Nûçegîhanê Sterk TV Mihemed El Ceradê birîndar bû.

Bombebarana keşfên biçek li herêma Firatê; leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.

Di encama bombebarana balafirên keşfê yên biçek li herêma Cizîrê de; Şervanek şehîd bû û 5 welatî birîndar bûn.

Topbarana li ser herêma Cizîrê; Şervanek şehîd bû, 3 şervan û welatiyek birîndar bûn.

Topbarana li ser herêma Efrînê; 10 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker birîndar bûn. Welatiyek birîndar bû.

HETA 13`Ê KANÛNÊ

Bombebarana balafira keşfê ya biçek li herêma Cizîrê; 2 şervan şehîd bûn.

CIHÊN XIZMETGÛZARÎ, DIBISTAN, NAVENDÊN TENDURISTIYÊ Û PERESTGEH HATIN HEDEFGIRTIN;

* Li Kobanê 16 û li Til Temir û Zirganê 9 dibistan hatin rûxandin. Li Şehba û navçeya Şêrawayê dibistanên gundên Um Hoş, Nêrebiyê û Rediyê, dibistana gundê Qeramêl topbaran kirin. Di encamê de perwerde liv an dibistanan hate rawestandin û ji xizmetê derketin.

* Li Til Rifetê balafireke bêmirov a xwekuj kîlînkek hedef girt. Nexweşxaneya Korona û navenda tenduristiyê li Kobanê hate rûxandin. Li Zirganê navenda tenduristiyê hat rûxandin.

*Firina li Zirganê hate rûxandin.

*Stasyonên kahrebe, pertol, gazê û zêdekirina tov li Tirbespiyê, Dêrikê, Qamişlo û Çilaxa hatin bombebaranadin û xirabkirin. Depoyên genim li Zirganê hate hedefgirtin. 

*Dewleta Tirk mizgeftên li gundên Tewîla, Dirdara û Dêra Mar Sawa ya gundê Til Tewîl ê Asûriyan, perestgeha Til Şenan û Til Cûma ya Asûrî, mizgefta gundê Esediyê, Mizgefta Mezin a navçeya Zirganê rûxandin. Li Eyn Îsa mizgeftek û Minbicê mizgefta gundê El Cat hate rûxandin. Goristana Êzîdiyan a gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji aliyê dagirkeran ve hate xirabkirin.

*Avahiya Meclisa Gel û Şaredariyê, toreyên kehrebe û navenda veguhestina kehrebeyê ya Til Temir topbaran û bombebarana kir. Li Eyn Îsa jî toreyên kahrebê hatin hedefgiritn. Li Zirganê Mala Gel a navçeyê û şebekeya telefonê hate hedefgirtin.

ÇEKÊN QEDEXE

*Di 22`ê Mijdarê de li Şêrawa bi bombeyên fosforê êriş hat kirin.

*Di 23`ê Mijdarê de li kampa Eyn Îsa bombeyên bombetar ên qedexekirî hatin bikaranîn.

ANHA