​​​​​​​Nivîskarê Ehmed Tehamî: Tirkiye dê li hember Ocalan têk biçe

Nivîskarê ji Lîbyayê Ehmed Tehamî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan rexne kir û got “Ev rêxistinên mafên mirovan di destê hêzên mezin de amûrekî siyasî ne.”

​​​​​​​Nivîskarê Ehmed Tehamî: Tirkiye dê li hember Ocalan têk biçe
22 kanûn, 2022   00:42
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Ji Adara sala borî de dewleta Tirk a dagirker tu agahiyan li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan nade.

Dewleta Tirk a dagirker kiryarên neheq li dijî rêber Ocalan pêk tîne, hevdîtinên malbat û parêzeran qedexe dike û tecrîdê dişidîne. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) têkildarî serdana xwe ya dawîn ji bo Îmraliyê tu agahî eşkere nekirin.

Girêdayî mijarê, nivîskar û romannûs ji Lîbyayê Ehmed Tehamî destnîşan kir ku helwesta dewleta Tirk dê li hember mantiqê gel û dîrokî yê ku rêber Abdullah Ocalan temsîla wê dike, têk biçe û got: “Ocalan xewn, xeyal û hêviyên gelê Kurd tesmîl dike.”

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ

Der barê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan de, Tehamî wiha axivî: “Wekî her carê, cîhan serî ji hêza leşkerî re datîne. Cîhan, kombûna împaratoriyên ku gelan diçewsînin e. Tirkiye Kurdan diçewisîne. Di heman demê de raya giştî ya cîhanî ya gel, ne ya fermî vê hovîtiya Tirkiyê li dijî Ocalan şermezar dike.”

Li gorî Tehamî, rêxisitnên mafên mirovan bi gelemperî ji aliyê Yekitiya Ewropayê (YE), Senatoya Amerîkayê ve tên fînansekirin, ji ber wê jî li gorî siyasetên wan aliyan tev digerin.

Tehamî îşaret bi bêdengiya li hember doza rêber Ocalan kir û got: “Ev bêdengî rûyê rastîn ê van rêxistinan eşkere dike. Ew di destê hêzên mezin de bûne amûreke siyasî.”

(şx)

ANHA