Nivîskarê iraqî Racî: Armanca Lûtkeya Bexda 2’yê ne zelal e

Nivîskar û rexnegirê iraqî Sati Racî diyar kir ku armanc û çarçoveya Lûtkeya “Bexda 2” ne zelal e û got ew texmîn nake ku çareseriyek ji destwerdanên derve di kar û barên Iraqê de bê dîtin.

Nivîskarê iraqî Racî: Armanca Lûtkeya Bexda 2’yê ne zelal e
22 kanûn, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BERAKAT

Nivîskar û rexnegirê ji Iraqê Sati Racî rewşa hundirîn ya Iraqê, mudexeleyên hêzên herêmî û navneteweyî li Iraqê û Lûtkeya “Bexda 2” nirxandin.

Lûtkeya Bexda 2 roja sêşemê li paytexta Urdinê Umanê hatibû lidarxistin û Behreyn, Eman, Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Tirkiye, Îran, Iraq û Fransa beşdar bûn.

Racî têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: “Armanc û çarçoveya ku lûtke li gorî wê hatiye li darxistin hîna ne zelal in. Mebesta min xwezaya vê pergalê ye ku xwe li ser asta navneteweyî û herêmî pêşkêş dike. Ti zelalbûnek di armanc û nêrînan, asta orgenîzekirinê de tune ye. Carna piştgiriya Iraqê armanca yekane ya komê û lûtkeyên wê ye.lê belê di boneyên din de koordîneya li ser asta herêmê û heta cîhanê, ji ber rola Fransayê dibe armanc.”

Li ser asta hundirîn a Iraqê jî, Racî destnîşan kir ku şerê di navbera hêzên iraqî de, bi girêk e û wiha dewam kir: “Di nav de dozên dîrokî, stratejîk, nakokiyên kesayetî, hevrikiya partiyetî li ser erkên desthilatê hene. Her wiha hevrikiyek şexî li ser berjewendiyan, lihevkirin û peymanên veberhênerî jî heye. Ji ber wê, şerên xuya dikin, ji tiştên li kûrahiyê diqewimin cuda ne. Hin caran çavdêr li hember helwesta hêzên siyasî şaş dimînin, dema ku ji ber berjewendiyên xwe û lihevkirinên partiyetî yan jî tekakesî gelek nakokiyên giştî paşguh dikin yan jî dicemidînin. Ji ber wê tu nakokî li Iraqê di aliyê pratîkî de çareser nabe.”

Racî diyar kir ku rewşa heyî li Iraqê ji ya berê ne cudatir e, lê belê ji hemû texmînan re vekirî ye.

Racî du faktorên ihtimalên guhertinên bi lez destnîşan kirin: “Ya yekê; hebûna El Sedr li derveyî hikumetê. Ya duyemîn; hevbendiyên ku hikumeteke lawa ava kir û di navbera pêkhateyên wê de nakokî hene, çi Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîe yan jî Hevbendiya Birêvebirina Dewletê.”

Li gorî Racî, hikumeta heyî ya Iraqê nikare aloziyên li welêt çareser bike, ji ber ku di encama dabeşkirineke dijwar de ava bûye, pirsgirêkn din jî pêwîstiya wê bi biryar û rêveberên îstîsna heye ku niha tune ne.

Der barê rola hêzên navneteweyî ya li Iraqê de jî Racî got: “Em nikarin bi kurtî berjewendiyên van dewletan û hin dewletên din bînin ziman. Ji ber ku her dewletek xwedî gelek berjewendî ne, çi yên aborî yan jî ewlehiyê, avê, rewşa hundirîn a van dewletan, petrol û enerjiyê.”

Têkildarî dagirkirina rûberên berfireh ên axa Iraqê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û êrişên wê yên li dijî Başûrê Kurdistanê, Racî ev tişt anîn ziman: “Li hember van êrişan û dagirkeriyê tu cidiyetek tune ye. ji bo operasyonên leşkerî yên Tirkiyê jî tenê bi rêya çapemeniyê li ser asta hundirîn nêzî dibin. Bi nêrîna min dê ev êriş demkurt ranewestin. Texmîn nakim ku helwesteke iraqî ya tund li hemberê hebe.”

(şx)

ANHA