Li Komara Artsaxê çi diqewime?

Komara Artsaxê di bin dorpêça Azerbêcanê de ye. Ev ji hefteyekê zêdetir e Azerbêcanê korîdora Laçînê girtiye û nahêle pêdiviyên jiyanî derbasî Komara Artsaxê bibin. Kesên li Artsaxê dijîn diyar dikin ku Azerbêcan bi vê dorpêçê dixwaze Artsaxê vala bike.

Li Komara Artsaxê çi diqewime?
21 kanûn, 2022   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Korîdora Laçînê ku Ermenistan û Komara Artsaxê bi he ve gire dide, di sala 1992`yan de ji aliye Komara Artsaxê ve hatiye vekirin. Piştî peymana agirbestê ya yekemîn a Komara Artsaxê di sala 1994`an de kontrola korîdora Laçînê ket destê Komara Artsaxê. Bi şerê Ermenistan û Azerbêcanê re 10’ê Mijdara 2020`an di encama peymana agirbestê de korîdora Laçînê ket bin kontrola Azerbêcanê û çavderiya hêzên Rûsyayê. Ji 12`ê Kanûnê (2022) heya niha Azerbêcanê rê girtiye û nahêle tu kes ji vê rêyê derbasî Ermenistanê û Komara Artsaxê bibe, her wiha pêdiviyên jiyanî derbas bibin. Komara Artsaxê, li ser vê korîdorê ji Ermenistanê pêdîviyên jiyanî bi dest dixê.

Korîdora Laçînê yek rê ye ku Artsaxê bi Ermenistan û cîhanê ve gire dide. Bi giştî 120 hezar welatiyên Artsaxê di bin dorpêçê de ne û mafê wan ê tevgereke azad hatiye astengkirin. Ev her sê gundên bi navê Mêts Şên, Hîn Şên û Yexîtsahov ku li ser rêya ji aliye Azerbêcanê ve hatiye girtin dimînin, di bin dorpêçeke din de ne û ji Ermenistan-Artsaxê hatine qutkirin. Welatiyên van gundan nikarin herin Ermenistanê û Komara Artsaxê. Her wiha xwarin, derman û gaz jî ji Ermenistanê derbasî van gundan nabin.

‘ERMENÎ DEV JI ARTSAXÊ BERNADIN’

Gelê Komara Artsaxê ji ber girtine korîdorê û pêkanîna dorpêçê zehmetiyan dikişînin. Yek ji wan malbatan malbata Grîgoryan e. Hevjînê Alyonya Grîgoryanê Davîd Grîgoryan çend roj berê çûye Ermenistanê û niha nikare herê Artsaxê cem malbata xwe.

Alyonya Grîgoryan ku li pextexta Komara Artsaxê Stêpanakertê ku di bin dorpêçê de ye, ji ajansa me re axivî û got: “Em bawer dikin ku dê ev tengasî derbas bibe. Azerbêcan nagihêjê daxwazên xwe û Ermenî jî dev ji Artsaxê bernadin.”

Muxtarê gundê Mêt Şên Davit Davtyan diyar kir ku encax heya mehekê di vê rewşê de bikarin bijîn û got: “Pirsgirêk di derbaskirina dermanan de heye. Kêmasiya dermanan li gund heye. Wê ev pirsgirêk di demên pêş de zêdetir bibe.”

`ERMENÎ BI XETEREYA QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ MANE`

Parazvanê mafên mirovan a Artsaxê Gêxam Stepanyan ji rewşa dorpêçê civaka navnetewî sûcdar dike û dibejê: “Berpirsyarê vê rewşê ew kesên k udi 9 Mijdara 2020`an peymana agirbestê îmze kirine. Lê civaka navnetewî jî xwedî erke. Ji berk u Ermeniyên Artsaxê bi xeteriya qirkirinê re rûbirû mane. Em nizanin wê sibe Azerbêcan li dijî Artsaxa dorpêçkirî çi gavan biavejîê.”

Rojnamevan Borîs Mûrazî jî anî ziman ku Azerbêcan bi van gavên xwe dixwaze komara Artsaxê ji Ermeniyan vala bike û got: “Azerbayacan dixwazê komara Artsaxêkê tine bike. Ji bo ev armanca wan bigihijê serî divê hemû Ermenî ji wir derbikevin. Ji ber wê jî Azerbêcan rêgirtiye, xaz derbas nake k udi vê zivistanê de nehelin Ermenî li wir bijîn. Ez bawer dikim ku wê ermenî vê tengasiyê jî derbas bikin. Di dîrokê de jî ev derketiye holê k udi sala 1992`yan de komara Artsaxê gelekî giran derbas bû lê komara Artsaxê karîbû ser bikeve. Divê civaka navnetewî ji bo vê pirsgirêkê denge xwe bilind bike. Kesên ku mafê mirovan diparêzin divê li ser vê pirsgirêkê bisekinin.”

ANHA