​​​​​​​′Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî çalakiyan bidomînin′

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê çalakiyeke konvedanê ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û pêşandana pirtûk û wêneyên rêber Ocalan li dar xist.

21 kanûn, 2022   14:49
MINBIC

Di çalakiya konvedanê de endamên saziyên sivîl, leşkerî, saziyên taybet bi jinan, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî yên bajêr amade bûn.

Yekitiya Jinên Ciwan kon li navenda Yekitiya Werzîşê vegirt, tê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi şoreşa jin, jiyan, azadî em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin" daliqandin.

Di bin konê çalakiyê de, hevseroka ciwanên rêxistinên civaka sivîl Şêrîn Ehmed wiha got: "Em îro li bin vê konê kom bûne da ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bikin."

Şêrîn wiha domand: "Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji mafên xwe yên herî hêsan bê par e û li dijî wî hemû binpêkirinên pêk tên, di serî de tecrîd, qedexeya hevdîtina malbat û pêzeran. Ji dema rêber Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî bi parêzerên xwe re got, ew dikare di hefteyekê de dengê çekê qut bike, dewleta Tirk tecrîd girantir kir."

Şêrîn da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst bi armanca qutkirina dengê azad û dûrxistina gel ji perspektîfên rêbertî yên çareserkirina krîzên ku gelên li Rojhilata Navîn azarên wan dikişînin, tecrîd li dijî rêber Ocalan ferz kir.

Di çalakiyê de zarokê bi nave Seracedîn El Abo helbest bi sernavê şoreşger xwend.

Piştî axaftinan, beşdaran li konê gerîn, pirtûkên rêber Ocalan ên bi zimanên kurdî û erebî dîtin.

Di dawiyê de beşdaran berxwedana rêber Ocalan û berxwedana jina azad silav kir.

(fr)

ANHA