′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′

Endamê Desteya Rêveber a MSD′ê Hesen Mihemed Elî di panela diyalogê de diyar kir ku MSD′ê ji bo diyalog û lihevkirina bi hemû sûriyan re ku krîza Sûriyê çareser bibe, vekirî ye.

′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
′Ji bo çareserkirina krîzê, em ji diyaloga bi sûriyan re vekirî ne′
21 kanûn, 2022   13:49
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê "Êrişên dewleta Tirk û bandorên êwê li ser rêveçûna çareseriya siyasî li Sûriyê" panelek li dar xist. Tê de rewşên siyasî yên dawî bi gel û siyasetmedaran re nîqaş kir.

Di panelê de endamên partiyên siyasî yên li Hesekê, rûspiyên Meclisa Rûspiyan, rewşenbîr, nivîskar, endamên rêxistinên civaka sivîl û meclisên sivîl ên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Di panelê de endamê Desteya Rêveber a MSD′ê Hesen Mihemed Elî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got: "Armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawî, hedefgirtina binesazî, dibistan û cihên stratejîk ew in ku armanên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne."

Elî wiha di dawiyê de got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hincetan pêk tîne û ew bi çi berdêlî dibe bila bibe hewl dide projeya xwe pêk bîne."

Panel bi nîqaşên li ser çawaniya bersivdana êrişan, pêwîstiya hişyarkirina civakê li ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker bi rêya panel û civînên girseyî, bi dawî bû.

(fr)

ANHA