​​​​​​​QSD: Li Dêrazor û Şedadê 4 DAIŞ′î hatin girtin

QSD′ê ragihand ku di du operasyonên li Dêrazor û Şedadê de 4 çeteyên DAIŞ′ê girtin.

​​​​​​​QSD: Li Dêrazor û Şedadê 4 DAIŞ′î hatin girtin
21 kanûn, 2022   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) yên girêdayî QSD′ê bi beşdarî û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî du operasyon li dijî şaneyên DAIŞ′ê li Dêrazor û Şedadê pêk anîn.

Her du operasyon di 12 û 19′ê vê mehê de pêk hatin, di encamê de 4 terorîstên ku amadekariya pêkanîna êrişên terorane li dijî nuqteyên leşkerî û saziyên sivîl li herêmê dikirin û çek û cebilxane didan şaneyên terorîst hatin girtin.

Di operasyonan de çek, cebilxane, telefon hatin girtin û wiha ne:

Kilaşînkov; hejmar 2

Çeka M4: hejmar 2

Dabance: hejmar 3

Tiving: hejamr 3

Kamera: hejmar 1

Rextên leşkerî: hejmar 2

Telefon: hejmar 5

Gelek cebilxane hatin desteserkirin.

(fr)