​​​​​​​Însiyatîfa Gel a Qamişloyê tecrîd şermezar kir

Însiyatîfa Gel a Qamişloyê xwepêşandanek li dar xist û destnîşan kir ku ew têkoşînê bilind bikin û çalakiyên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

​​​​​​​Însiyatîfa Gel a Qamişloyê tecrîd şermezar kir
21 kanûn, 2022   12:44
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Qamişloyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê dest pê kir û bi hezaran pêkhateyên navçeyên Qamişloyê; Tirbespiyê, Qamişlo, Til Hemîs, Til Birak û Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, endamên TEV-DEM′ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, PYD′ê, endamên Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwanan tê de amade bûn.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan û pankartên "Bimire hêzên komploger, bijî berxwedana Îmraliyê" hildan û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir.

Li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed berxwedana pêkhateyên Qamişloyê pîroz kir û wiha got: "Careke din pêkhateyên Qamişloyê helwesta xwe îsbat kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan nêz e. Ji ber rêxistinên çewsîner nikarin li hember agir û hêza rêxistinkirina civakê li ber xwe bidin ku ew xwe dispêrin fikir û felsefeya rêberê mirovahiyê."

Rûkenê bang li gel, ciwan û jinan kir ku têkoşînê bilind bikin da ku komployên li dijî rêber Ocalan ji nû ve têk bibin.

Rûken Ehmed helwesta CPT′yê, komîteyên têkildar, rêxistinên navneteweyî û bêdengiya wan li hember rewşa rêber Ocalan rexne kir.

Li aliyekî din jî şêxê eşîrên El Sade ên Sûriye û Iraqê, Hisên El Sade wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya hemû welatparêzerên azad ên li cîhanê dike, ji ber wê dewleta Tirk a faşîst tecrîda li dijî wî giran kiriye da ku dengê rastiyê qut bike."

El Sade wiha domand: "Dema rêber Ocalan hate revandin û tecrîd li dijî wî hate sepandin, tu rêxistinekê heta niha helwesta xwe ya şermezarkirinê li hember van sûcên derqanûnî neanî ziman û îro jî civata navneteweyî li hember sûcên li dijî Rêbertî bê deng e."

El Sade wiha dawî li gotina xwe anî: "Ka em meydanan bi dengên xwe yên şermezarkirina siyaseta tecrîdê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tijî bikin."

Xwepêşandan bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.

(fr)

ANHA