Talîbanê zanîngeh li jinan qedexe kirin

Talîbanê bi biryarekê hemû zanîngehên hikumî û taybet ên Efganistanê heta demek nediyar li jinan qedexe kirin.

Talîbanê zanîngeh li jinan qedexe kirin
21 kanûn, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Berdevkê Wezareta Xwendina Bilind ya Hikumeta Talîban ya Efganistanê Hafiz Siyaela Haşimî bi daxuyaniyekê ragihand ku wezareta wan heya demek nediyar, li zanîngehên Efganistanê xwendin li jinan qedexe kiriye. Haşimî da zanîn ku biryar ji bo hemû zanîngehên hikumî û taybet yên welat derbas dibe.

Beriya niha jî Talîban çûyîna jinan ya parkan, hewz û holên werzîşê qedexe kiribû.

Di Tebaxa 2021’an de piştî vekişîna Amerîka ji Efganistanê, desthilatdariya Efganistanê ket bin kontrola Talîbanê.

(cx)