Parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdê dimeşin

Parlamenterên HDP'ê ji bo dawî li tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bê anîn, ber bi Wezareta Edaletê ve dimeşin.

Parlamenterên HDP'ê li dijî tecrîdê dimeşin
21 kanûn, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nêzî du sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Li gorî nûçeya ANF`ê, parlamenterên HDP'ê ji bo dawî li vê tecrîda giran bê anîn, ketin nava liv û tevgerê.

Parlamenterên HDP'ê ber bi Wezareta Edaletê ve dest bi meşê kirin, ku li hemberî serlêdana wan bêbersiv dimîne.