Li Helebê bi sedan kesî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir

Bi diruşma "Bi pêşengtiya ciwanên rêbertî em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin" Tevgera Ciwanên Şoreger ên Sûriyê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soz da ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî bidomînin.

Li Helebê bi sedan kesî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir
Li Helebê bi sedan kesî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir
Li Helebê bi sedan kesî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir
Li Helebê bi sedan kesî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir
Li Helebê bi sedan kesî tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir
20 kanûn, 2022   13:05
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, saziyên sivîl, tevger, partiyên siyasî, komîn û meclis beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandêran alên tevgera ciwanan, wêneyên Rêber Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi pêşengtiya ciwanên rêbertî em ê azadiya rêber Apo pêk bînin" û "Ciwan fadaîyên rêber Apo ne" bilind kirin.

Xwepêşandêr li pêş geraca Efrînê ya kevn a li rojhilatê Şêxmeqsûdê kom bûn û di kolanên sereke yên taxê re geriyan. Di xwepêşandanê de diruşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî rêber Apo" û" Bimire faşîzma Tirk û îxanet" hatin berzkirin.

Xwepêşandan li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê vegerî mitîngê.

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Cûdî axivî û berxwedana rêber Ocalan silav kir û got: "Ji taxa Şêxmeqûsê taxa berxwedanê ku Rêber Ocalan tê de ciwanan perwerde kirin, em berxwedana rêbertî silav dikin û silavên xwe jê re dişînin."

Ronahî diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Ocalan tecrîda li dijî wan e û dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze vîna gelê azadîxwaz bişikîne.

Ronahî destnîşan kir ku ew li ser fikr û felsefeya Rêber Ocalan pewrerde bûn, ew ê teslîm nabin û meşa li ser vê rêyê bidomînin.

Ronahî di dawiyê de wiha got: "Rêbertî piştgiriya me kir, hêz û bawerî da me. Bi dirûşmeya 'Em ciwan fedaîyên rêbertî ne' em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin, wê serkeftin para me be.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî rêber Apo" bi dawî bû.

(fr/cx)

ANHA