Li Til Birakê şehîd hatin bibîranîn

Li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê 12 cangoriyên azadiyê yên mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê hatin bibîranîn.

Li Til Birakê şehîd hatin bibîranîn
Li Til Birakê şehîd hatin bibîranîn
Li Til Birakê şehîd hatin bibîranîn
Li Til Birakê şehîd hatin bibîranîn
18 kanûn, 2022   11:52
QAMIŞLO

Cangoriyên azadiyê yên mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê; Rêzan El Cixêf, Xelîl Sewadî Deham El Hemed, Kendal Hesekê, Amir Şihab, Husam Ebadîş, Çiya Bilind, Hisên Salih, Hesen Xilêf, Casim Iwêd, Remedan El Bekir û Mihemed El Mihemed bi merasîmekê li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo hatin bibîranîn.

Di merasîma ku bi dehan kes tev lê bibûn de, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Ebdulrezaq El Eqrai axivî, bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: "Şehîd stêrkên şevê ne ku rêya me ronî dikin. Gotin nîn in ku wesfê şehîdan bidin, lê şehîd mirovên kamil in ku jiyaneke bi rûmet didim me."

Endamê Meclisa Leşkerî ya navçeya Holê Hozan Dêrazor şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya heta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Til Birak Xewla El Nasir xîtabî dayikên şehîdan kir û got: "Ji bo dayika ku dilê wê ji ber xatirxwestinê dişewite; xweda navek diyarî te kiriye ku em pê serbilind in."

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser 12 şehîdan hat pêşandan.

ANHA