Ji ber ambargoyê carek din dewama dibistanan hat rawestandin

Li gel berdewamkirina ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê, Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê rawestandina dewama dibistanan heta hefteyek din dirêj kir.

Ji ber ambargoyê carek din dewama dibistanan hat rawestandin
18 kanûn, 2022   11:43
 ŞEHBA

Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê rawestandina dewama dibistanan heta hefteyeke din dirêj kir. Ji dema girankirina ambargoyê de ev cara sêyemîn e ku dewama dibistanan tê rawestandin. Biryara rawestandina dibistanan ji bo 72 dibistanên li kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê derbasdar e.

Desteyê cara yekê di 4`ê Kanûnê de dewama dibistanan da rawestandin, di 10`ê Kanûnê de jî rawestandina dewamê hat dirêjkirin. Îro Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Subhî El Ehmed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku desteyê rawestandina dewama dibistanan heta 25`ê Kanûnê dirêj kiriye.

Rawestandina dibistanan di encama berdewamkirina ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê de pêk tê, ku ji ber nebûna sotmeniyê veguhestin û karê piraniya saziyên xizmetgûzariyê hatiye rawestandin.

(cx)

ANHA