​​​​​​​Li Tûnisê boykota hilbijartinê: Tenê ji sedî 8,8 ê hilbijêran dengê xwe da

Li Tûnisê, di hilbijartinên parlamentoyê de ku ji erkên xwe bêpar hatiye hiştin, tenê ji sedî 8,8 ê hilbijêran çûn dengê xwe dan.

​​​​​​​Li Tûnisê boykota hilbijartinê: Tenê ji sedî 8,8 ê hilbijêran dengê xwe da
18 kanûn, 2022   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Tûnisê ji şoreşa 2011'an û vir ve hilbijartina tevlîbûna herî kêm hate lidarxistin. Di hilbijartinê de ku Şemiyê ji bo nûkirina parlamentoyê hate kirin, piraniya hilbijêran dengdan boykot kirin.

Di sê hefteyên kampanya hilbijartinê de li kolanan wêneyên gelek namzetan hatin daliqandin, lê belê li televîzyonan nîqaşeke cidî nehate kirin. Gel jî bi giranî ji ber zêdebûna buhayê alavan bi fikar e.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê Farûq Bûasker ragihand ku heta saet 18:00 ê Şemiyê hejmara kesên çûn ser sindoqê ji sedî 8,8 e.

Tê payin ku encamên destpêkê yên hilbijartinê Duşemê bêne eşkerekirin.