​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî skandaleke din; çeteyan goristanên êzidiyan ruxandin

Çavkaniyên ji kantona Efrîn a dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk goristanên êzidiyan li gundê Basofanê yê Şêrawayê di şevê cejina êzî de rûxandin.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî skandaleke din; çeteyan goristanên êzidiyan ruxandin
17 kanûn, 2022   18:16
ŞEHBA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di şeva cejna Êzî de li gundê Basofanê yê Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî goristana êzidiyan binpê kirin û wêrankirin.

Ajansa me vîdyoyek bi dest xist ku tê de xuya dibe ku çawa komên çeteyan di şeva cejina Êzî de goristanên êzidiyan dirûxînin.

(dm)

ANHA