​​​​​​​QSD`ê: Dewleta Tirk komkujiyeke din li dijî sivîlan pêk anî

QSD`ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyeke din li dijî sivîlan li gundewarê Kobanê pêk anî ku di encamê de 3 welatî şehîd bûn di nav de zarokek heye.

​​​​​​​QSD`ê: Dewleta Tirk komkujiyeke din li dijî sivîlan pêk anî
17 kanûn, 2022   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Kobanê li dijî sivîlan komkujiyek pê aniye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker pêkanîna komkujiyan dij-mirovahiyê li dijî gelê herêmê didomîne. Bi rêya hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê, hewl dide ku vîna gelê me bişikîne û projeyên xwe yên dagirkirinê li dijî herêmê pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 13:30`an de li gundê Reqas ê navçeya Çelebiyê ya Kobanê sûcek din pêk anî ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker komeke sivîl kir hedef û di encamê de 3 welatî şehîd bûn di nav de zarokê bi navê Weysî Mihemed Weysî (12) heye.

Bi wê re, hejmara sivîlên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de di mehekê de şehîd bûne, bû 16.”

(şx)

ANHA