Merasîma xiyabî ya şehîd Milîtan Cûdî û Avent Andoq li Şehbayê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê merasîma xiyabî ji bo şehîd Milîtan Cûdî û Avent Andoq ku li Herêmên Parastina yên Medyayê şehîd bûne, li dar xist û piştrast kir ku ew dê têkoşînê li ser şopa şehîdan berdewam bikin.

17 kanûn, 2022   17:59
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn li navçeya Ehdas a Şehbayê merasîma xiyabî ji bo şehîd Milîtan Cûdî û Avent Andoq ên ji bajarê Efrînê ku di encama êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê de şehîd bûne, li dar xist.

Şervan Hemûdê Xelîl Omer (Milîtan Cûdî) di 4'ê Hezîrana 2022'an de û Medîne Elî Mustefa (Avent Andoq) di 4'ê Tîrmeha 2022'an de di encama êrişên dewleta Tirk li dijî Zapê de şehîd bûbûn.

Konê merasîmê li qada parka navçeya Ehdas a Şehbayê hat vedan.

Bi dehan koçberên Efrîn, şêniyên Şehba, endamên saziyan, desteyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hazir bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Berko got:" Ji zêdetirî 23'an salan ve û rêber Abdullah Ocalan bi fermana NATO`yê di girtîgehê îmraliyê de dîl hatiye girtin ku tecrîda li ser girantir dike. Ji ber ku hesab ji fikrên wî re dikin."

Berok anî ziman ku hebûna kurdan hebûna gerîla ye, hêzên wan li Herêmên Parastina yên Medyayê ji bo azadî û rûmeta wan bi qehremanî li ber xwe dide.

Paşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zeredeşt axivî û diyar kir ku wan îro du gulên azadiyê oxir dikin, berxwedana wan li Zap û Avaşîn dikeve meha 9'emîn. Her wiha Zeredeşt destnîşan kir ku bile tevahî bizanin ku ew ji êrişên dagirkeriya Tirk natirsin û şervanên wan di çiyayan de dê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin.

Tolhildan soz da ku ew dê tê bikoşin heta ku azadiyê bi dest bixin.

Endama Kongra Star Necah Hisên destnîşan kir ku Erdogan hemû tişt rûxand, çekên kîmyawî li dijî têkoşer û berxwdêran bi kar anîn, ji ber ku ew fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêk tînin.

Mamosteya KPC- Demokratîk Evîn Dingilî wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Merasîm bi silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(dm)

ANHA