Rêxistinên jinan û civakî: Divê gel li qadan be û têkoşînê mezin bike

Rêxistinên jinan û civakî yên Kobanê û Qamişlo berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li şêniyan kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.

17 kanûn, 2022   14:22
KOBANÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê têkildarî tecrîdê bi dirûşma “Ciwan fedaî Serok Apo ne” panelek li dar xist.

Panel li avahiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê ya Kobanê bi tevlêbûna endamên Yekitiya Jinên Ciwan li dar ket.

Di panelê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Nesra Derwîş axivî û armanca komployê şîrove kir.

Nesra bang li gelên azad kir ku dakevin qadan, fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku tecrîdê bi dawî bike û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

Paşê sînefizyonek têkildarî rewşa jinan di dema pêkanîna felsefeya rêber Abdullah Ocalan û beriya wê de hate pêşandan.

 Her wiha di panelê de endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Hedle Xelîl perspektîvên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî doza rizgariya jinan û xurtkirina rola wê di civakê de xwendin.

Beşdaran mijarên panelê nirxandin û gihaştin wê encamê ku çareseriya yekane ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, ew e ku dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

QAMIŞLO

Li navçeya Girkê Legê ya Qamişlo Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û tê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endama meclisê Emîne Ferho ve hate xwendin.

Di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîd û qedexekirina hevdîtinan bi parêzer û malbatê re, li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hat dayîn. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan, partiyên kurdî, kesayetên demokrat hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku hevdîtina parêzeran bi rêber Abdullah Ocalan re pêk were.

TIRBESPIYÊ

Girêdayî heman mijarê Kongra Star a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo panelek li dar xist. Tê de nûnerên partiyan, saziyên sivîl û civakî yên navçeyê beşdar bûn.

Nûnredîn Şakir ku 3 caran bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye, endamên rêveber ên Kongra Star; Xaliye Ehmed, Mêrvet Ehmed, Şerîfe Murad, endamê Akademiya Civaka Demokratîk Welat Zerdeşt panel bi rêve birin.

Di panelê de felsefeya rêber Abdullah Ocalan, girîngiya pêvajoya ku ev felsefe tê re derbas dibe, hêviyên ku ji gelên herêmê re anîne û di encamê de hêzên navneteweyî komplo li ser vî fikrî û vê felsefeyê pêk aniye, hatin nîqaşkirin.

Her wiha teqezî bi girîngiya fikrê mirovî ya rêber Ocalan, rola wî di çareserkirina dozên girêk, doza rizgariya jinan hat kirin û hat destnîşankirin ku divê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p1x8L89p6J4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>