`Em dê bi hevgirtina xwe hemû siyasetên dewleta Tirk a dagirker têk bibin`

Şêniyên navçeya Holê destnîşan kirin ku hevgirtina gelê herêmê û piştgiriya QSD`ê hemû siyasetên dewleta Tirk a dagirker têk birin.

`Em dê bi hevgirtina xwe hemû siyasetên dewleta Tirk a dagirker têk bibin`
17 kanûn, 2022   14:25
HESEKÊ

Meclisa navçeya Holê ya kantona Hesekê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên herêmê civînek li dar xist.

Ji bo civînê konek hate vegirtin. Bi dehan şêniyên navçeyê, rûspiyên êlên ereb û saziyên Rêveberiya Xweser tev li civînê bûn.

/ar/uploads/files/2022/12/17/130919_img_0171-28large29.webp

Di civînê de endama rêveberiya Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo axivî û behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

Fîdan destnîşan kir ku armanca van êrişan, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e ku çareseriya bidawîkirina aloziya Sûriyê ye.

Fîdan diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk, siyaseta êrişan, kuştin û wêrankirina sûriyan e.

Her wiha Fîdan teqezî bi hevgirtina gelên herêmê li hember êrişan kir û got: “Hevgirtina pêkhateyên herêmê siyasetên dewleta Tirk a dagirker eşkere kirin.”

Di dawiya civînê de beşdaran teqezî bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û xurtkirina têkiliyên hezkirinê di navbera pêkhateyan de kir û gotin dê bi hevgirtina xwe hemû siyasetên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

(şx)

ANHA