`Divê ronakebîr û fîlozof Abdullah Ocalan yekser serbert were berdan`

Komîteya Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan û helwesta şermîn a Komîseriya Mafên Mirovan a NY û CPT`ê li hember rewşa rêber Ocalan çalakiya konvedanê li Tebqayê li dar xist.

`Divê ronakebîr û fîlozof Abdullah Ocalan yekser serbert were berdan`
17 kanûn, 2022   14:20
TEBQA

Bi dehan şênî, rûspiyên êlên herêmê, endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbya û Partiya Sûriya Pêşerojê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Komîteya Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê daxuyaniyek da ku endama komîteyê Cuheyne El Misto xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku ji ber fikrê rêber Ocalan ku hewl dide ku nirx û rêgezên mirovî bi rêya projeya neteweya demokratîk vejîne, hêzên hegemony û împeryalîst komploya navneteweyî li dijî wî pêk anîn û ew dîl girt.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helwesta komîteyê li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan diyar e ku piştgiriya berxwedana bêhempa ya rêber Ocalan dikin.

Her wiha di daxuyaniyê de helwesta şermîn a Komîseriya Mafên Mirovan a NY û CPT`ê, hate şermezarkirin ku tê de siyaseta dewleta Tirk, pergala wê ya girtîgehan û binpêkirina qanûnên navneteweyî, şermezar nekiriye.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ne tenê tecrîd bi dawî bibe lê belê divê ronakbîr û fîlozof Abdullah Ocalan serbest were berdan.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, sînefîzyonek têkildarî kurtejiyan û dîroka têkoşîna rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Tê payîn ku çalakî heta sibe berdewam bike.

(şx)

ANHA