Li Şehbayê hêrsa li hemberî ambargoyê zêde dibe

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li dijî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, li deriyê ketina navçeya Ehdasê çalakî li dar xist.

Li Şehbayê hêrsa li hemberî ambargoyê zêde dibe
Li Şehbayê hêrsa li hemberî ambargoyê zêde dibe
Li Şehbayê hêrsa li hemberî ambargoyê zêde dibe
Li Şehbayê hêrsa li hemberî ambargoyê zêde dibe
Li Şehbayê hêrsa li hemberî ambargoyê zêde dibe
Li Şehbayê hêrsa li hemberî ambargoyê zêde dibe
Li Şehbayê hêrsa li hemberî ambargoyê zêde dibe
17 kanûn, 2022   13:15
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi hemû pêkhateyên wê; Kurd, Ereb û Turkmen li dijî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, bertek nîşan da.

Şêniyan ku depoyên  sobe, pankartên bi nivîsên "Em bang dikin ku bi hikumeta Tirkiyê re bazar li ser gelê Sûriyê neyê kirin", "Ambargoya we ya li ser Şehba û Şêxmeqûsdê li dijî biratiya gelan e", "Ambargo karesateke mirovî li dijî koçberên li kampan û Şehbayê ye" û "Ambargoya we berxwedana me lawaz nake" hilda bûn, ji çerxerêya sereke ya navçeya Ehdasê ber bi benda kontrolê ya hikuemta Şamê ya li deriyê ketina navçeyê yê li ser rêya navbera Şehba û Heleb ve meşiyan. Şêniyan dirûşmên "Gelê Sûriyê yek e", "Berxwedan jiyan e" û "Na ji ambargoyê re" qêriyan.

Li ber benda kontorlê ya hikumeta Şamê, bi navê rûspiyên eşîrên Efrînê Mihemed Omer axivî û got: "Em şêniyên herêma Efrînê bi Kurd, Ereb û Tirkmenên wê di aloziyeke mirovî ya xeternak de ne. Îro 3 meh di ser ambargoya girankirî re derbas dibin ku bûye sedema vê aloziyê.   Bi hatine zivistanî re ambargoya giran azarên şêniyên me yên di malên kavilkirî û kampan de zêdetir kiriye. Li nexweşxane û dermanxaneyan derman qediyan, kehrebe qut bûye, karê xizmetguzarî hema bêje sekinî ye, sarîcên avê yên ku ava vexwarinê didin şêniyan sekinîn. Her wiha dibistan û peymangeh sekinîn. Heger rewş wisa dewam bike wê firine jî bisekinin."

Omer bang li hikumeta Şamê kir ku ambargoyê rakin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em beşek ji Sûriyê ne û ji gelê Sûriyê ne, bila hikumeta Şamê bi pey planên dewleta Tirk a dagirker nekeve û li ser hesabê gelê Sûriyê bazaran neke."

Çalakî bi dirûşmên silavkirnia berxwedana şêniyan û şermezarkirina ambargoyê bi dawî bû.

ANHA