`Dewleta Tirk nikare gelê herêmê tune bike û vîna wî bişikîne`

Bi dehan şêniyên Amûdê tev li merasîma xiyabî ya şeîd Mehmûd Hemê bûn ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye. Şêniyan teqezî bi berxwedanê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

`Dewleta Tirk nikare gelê herêmê tune bike û vîna wî bişikîne`
`Dewleta Tirk nikare gelê herêmê tune bike û vîna wî bişikîne`
`Dewleta Tirk nikare gelê herêmê tune bike û vîna wî bişikîne`
`Dewleta Tirk nikare gelê herêmê tune bike û vîna wî bişikîne`
`Dewleta Tirk nikare gelê herêmê tune bike û vîna wî bişikîne`
`Dewleta Tirk nikare gelê herêmê tune bike û vîna wî bişikîne`
`Dewleta Tirk nikare gelê herêmê tune bike û vîna wî bişikîne`
17 kanûn, 2022   13:10
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, merasîmeke xiyabî ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Mehmûd Hemê (Cemal Amûdê) li dar xist ku di 29`ê Îlona 2022`yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd a li Til Şermola ya navçeya Amûdê hate vedan. Wêneyên şeîdan, rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan di bin konê sersaxiyê de hatin daliqandin.

Bi dehan şêniyên Amûdê, nûnerên partiyan, saziyên sivîl, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongra Îslama Demokratîk a navçeya Amûdê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwer Elî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca tunekirina gelê Kurd zêde kirin.”

Her wiha Elî wiha axivî: “Şehîd Cemal di oxira parastina gel û welatê xwe de şehîd bûn. Em dê bi giyanê şehîd Cemal û hemû şehîdan rêya wan berdewam bikin û têkoşîna me dê bi serkeftinê tacîdar be.”

Bi navê Meclisa Leşkerî ya navçeya Amûdê Seîd Ferzo axivî û got: “Dema ciwanên me biçin çiyê, ji bo welatê xwe biparêzin, wê demê serkeftin para me ye.”

Ferzo wiha berdewam kir: “Em bi şehîdên xwe serbilind û serfiraz in. Em destnîşan dikin ku dijmin çi dike bila bike lê nikare vîna me bişikîne. Gelê me bi hêz û nasnameya xwe ya kurdî bawer e.”

Ferzo soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û berdewamkirina berxwedanê li hember êrişên dewleta Tirk da.

Paşê apê şehîd Îmad Mihemed axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare gelê herêmê bitirsîne û vîna wî bişikîne.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA