Kongreya 8′an a HRRK′ê li dar dikeve

HRRK bi beşdariya 80 deleqeyan li Qamişloyê kongreya xwe ya 8′an li dar dixe.

Kongreya 8′an a HRRK′ê li dar dikeve
16 kanûn, 2022   11:29
QAMIŞLO

Kongreya 8′an a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) vê sibehê li navenda xwe ya li taxa Kornîş a Qamişloyê bi dirûşma "Ta dilpopa dawîn a ximavê... ta dilopa dawîn a xwînê" dest pê kir. Kongre bi beşdariya 80 delegeyên ji Hesekê, Dêrik, Amûdê û Qamişloyê hate lidarxistin.

Di kongreyê de serokê yekitiyê Welîd Bekir lidarxistina kongreyê li hemû endaman pîroz kir û wiha got: "HRRK xwedî têkoşîna çanda kurdî ya dirêj e û li kêlek şervan, yek ji navendên xwedî bandora çandî ye, bi pênûs û fikrên xwe şer dikin. Ruxmî astengî û krîzan endamên yekitiyê red kirin ji welat derkevin û biryara têkoşînê bi fikir, pênûs û çanda xwe dan. Bi wê re destanên lehengane ji nifşên pêşerojê re nivîsandin."

Bekir wiha domand: "HRRK ji hemû rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd ên li Rojava re xwedî nasnameya çandî ye. Em spasiya her kesî beşdarî damezrandina wê bûn û kedên wan spas dikin. Her wiha hêvî dikin ku xebatên kongreyê bi ser bikevin, da ku çand û wêjeya Kurdî dewlemend be, bi pêş bikeve û bikeve xizmetî gel."

Piştre xebatên kongreyê li pêş çapemeniyê girtî dewam kirin. Tê payîn ku êvarê kongre bi hilbijartinên endamên desteya rêveber bi dawî be.

HRRK di 2014′an de li Almanyayê hate damezirandin û dûre vegerî welat. Şaxên wê li Başûr, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê hene, her wiha şaxeke wê li Kobanê jî heye. Tê payîn kongreyek li Kobanê di çend rojên bê de li dar bikeve.

(fr)

ANHA