Ji bo eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cihereng li herêma Cizîrê

Şêniyên herêma Cizîrê bi çalakiyên cuda bang li CPT`ê kir ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan teqezî bi mezinkirina têkoşînê û berxwedanê kir.

15 kanûn, 2022   16:16
 NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Parastina Birêz Abdullah Ocalan û Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, dest bi qonaxeke din a têkoşîn û serhildanê bikin.

Di vê çarçoveyê de, li kantonên Hesekê û Qamişlo çalakiyên cihereng li dar ketin û bang li CPT`ê hat kirin ku rewşa rêber Abdullah Ocalan demildest eşkere bike.

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo, şêniyên navçeyê û bajarokên wê ji pêşiya Şaredariya Gel heta çerxerêya Şehîdan meşiyan.

Endamên saziyên sivîl, partiyan, ciwanên şoreşger, yekitiya jinên ciwan û endamên Kongra Star tev li meşê bûn.

Li çerxerêya şehîdan endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Til Birakê Wela El Mihamîd axivî û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, çareseriya hemû aloziyên li Rojhilata Navîn û sepandina ewlehî û aştî li herêmê ye.

Wela got: “Azadiya rêber Ocalan azadiya me ya yekemîn û dawîn e.”

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F2KE99lnpO4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo, Kongra Star li Navenda Çand û Hunerê panelek bi dirûşma “Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e” li dar xist. Di panelê de endamên Kongra Star, meclisa navçeyê û Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Di panelê de endamê Şaredariya Navçeya Çilaxa Mihemed El Şerqî axivî û behsa dîroka têkoşîna rêber Abdullah Ocalan ji bo doza kurd heta bigihêje komploya navneteweyî kir.

Her wiha hevseroka Rêveberiya Navenda Perwerdeyê ya Çilaxa Nezhe Seyfudîn beşên parêznameyên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê xwendin.

Mamosteyê Navenda Perwerdeyê, Ebdulhekîm Fadil destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe gelên herêmê ji zulm û koletiyê rizgar kirin, ji bo wê bang li mezinkirina têkoşînê û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Endama Kongra Star a navçeyê Selame Remo pêşiyar kir ku ji bo mezinkirina têkoşînê û bidawîkirina tecrîdê, panelên din li dar kevin.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OGz52p2imh4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Qamişlo Kongra Star têkildarî tecrîdê panelek li nivîsgeha PYD`ê li dar xist.

Di panelê de kesayetên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, malbatên şehîdan, Kongra Star, hiqûqnas, nûnerên partiyan, Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Desteya Parastina Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hazir bûn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Qamişlo Ibtîsam HIsên axivî û behsa tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Tevî ku dewleta Tirk hewl dide ku bi vê tecrîdê me ji rêbertî dûr bixe, lê wê nekarî me ji fikr û feslefeya wî dûr bixe.”

Her wiha endama rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Hindirîn Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk hesab ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan re dike ji ber wê hewl dide ku kurdan di kesayeta wî de tune bike.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cBrUGh-y8WI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Hesekê bi dirûşma “Doza jinan û siyasetê li gorî nêrîna rêber Ocalan” Kongra Star panelek li navçeya Holê li dar xist. Bi dehan jin û endamên saziyên sivîl û karmendên Rêveberiya Xweser tev li panelê bûn.

Di panelê de endama rêveberiya Kongra Star a navçeya Holê Nûr Ehmed beşên parêznameyên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî “hevjiyana azad, civaka ekolojî û siyasî” xwendin.

Nûr Ehmed tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got divê CPT erka xwe bîne cih.

(şx)

ANHA