​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn

Şêniyên Qamişlo 55 şehîdên ku di meha Kanûnê de li cih û salên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan da.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
15 kanûn, 2022   16:56
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo, malbatên şehîdan û dostên wan, endamên saziyên civaka sivîl û Hêzên Parastina Cewherî (HPC) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo kom bûn p beşdarî merasîma bîranînên 55 şehîdan bûn.

Beşdaran wêneyên şehîdan, wesîqeyên şehadeta wan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Civaka Demokratîk hildan

/ar/uploads/files/2022/12/15/145412_1.webp

Beşdaran di merasîmê de destnîşan kirin ku şoreşa Rojava û projeya wê ya demokratîk bûye nimûne ji ber wê hêzên komploger hewl didin ku wê têk bibin û destkeftiyên ku bi saya şehîdan û fikrê rêber Abdullah Ocalan bi dest ketine, tune bikin, lê belê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku cîhan tevahî piştgiriya wê bike.

Beşdaran soza şopandina rêya şehîdan û rêber Abdullah Ocalan, parastina destkeftiyên wan da.

Di dawiya merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêvîn Şêxmûs wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin.

(dm)

ANHA