Gerîlayan 2 dagirker ceza kirin

Gerîlayan li Zap û Xakurkê çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayan 2 dagirker ceza kirin
15 kanûn, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

ʹʹDi encama çalakiyên hêzên me de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrişên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

14’ê Kanûnê saet 10:00, 15:00 û 19:00’an de li qada Çemçoyê ya girêdayî Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên me yên gerok 2 caran bi çekên giran û carekê jî bi taktîkên sabotajê li dagirkeran dan, herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

14’ê Kanûnê saet 11:40’an de, li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dane.

14’ê Kanûnê saet 13:15’an de Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 14’ê Kanûnê de qada Golka ya Metîna û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 14’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîdayê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”