Nexweşî zêde dibin, derman jî tune ne

Koçberên Efrînê û şêniyên resen ên Şehbayê ji dema girankirina ambargoyê de bi nexweşiyên cuda re rû bi rû mane. Heftane nêzî 2 hezar nexweş berê xwe didin navendên Heyva Sor a Kurd, lê êdî dermanên gelek nexweşiyan nemane û derfetên alîkarîdayîna xelkê kêm bûne.

Nexweşî zêde dibin, derman jî tune ne
12 kanûn, 2022   01:15
ŞEHBA-ZEYNEB ŞÊXO

Piştî ku kantona Efrînê di Adara 2018`an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin û bi sed hezaran şêniyên kantonê koçberî herêmên Şehbayê bûn, Heyva Sor a Kurd li navçeya Ehrezê navendeke xwe vekir.

Piştî avakirina kampan, Heyva Sor li wan kampan di konan de û li gundên ku dûrî Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ne, navendên xwe yên tenduristiyê vekirin.

Heyva Sora a Kurd niha li 7 cihan (Kampa Berxwedan, Kampa Serdem, navçeyên Ehdas, Til Rifet, Ehrez û gundên Birc Qas û Ziyaretê) nuqteyên xwe ava kirine û li gorî derfetên xwe alîkariyê didin şêniyan.

Li her navendekê bijîşek û du hemşîre dimînin û bi şev û roj rewşên lezgîn û nexweşên din pêşwazî dikin.

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, hin derman kêm bûne, hinek jî bi carekê nemane. Li navendên Heyva Sor a Kurd dermanên iltîhaban, tansyon, şekir û yên êş sekinandinê ku herî zêde pêdiviya zarok û kesên temenmezin pê heye, tune ne.

Xebatkarên Heyva Sor dermanên di destê wan de hene didin nexweşan, tansyona wan dişopînin û ji bo rewşên mîna zekemê jî gihayan didin nexweşan. Lê ji ber dorpêçê êdî derfetên Heyva Sor a Kurd û dermanên wan jî kêm dibin.

Li gorî daneyên ji endamên navendên Heyva Sor a Kurd hatine bidestxistin, beriya girankirina ambargoyê mehane hezar û 500 kesên nexweş serî li navendên wan dida, lê niha hetane nêzî 2 hezar kesên ji kampan û derveyî kampan berê xwe didin navendên Heyva Sor.

/kr/uploads/files/2022/12/11/181902_heyder-resd.webp

Ji rêveberên Heyva Sor a Kurd li Kampa Berxwedan Heyder Reşîd ji ajansa me re axivî.

 Reşîd diyar kir ku ji ber nebûna sotmeniyê û kêmbûna dermanan ew bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin.

Reşîd bal kişand ku yên herî zêde zirarê ji vê rewşê dibînin, zarok û kesên temenmezin in ku bi nexweşiyên mîna kulbûna sing û zekemê re rû bi rû dimînin.

Li gorî Reşîd, li navendên girêdayî wan demanên zekemê, nexweşiyên sing û enfeksiyonê nemane, her wiha ji ber nebûna sotmeniyê erebeyên wan ji xizmetê derketine ji lew re nexweş neçar dimînin ku bi meşê xwe bigihînin navendên tenduristiyê.

Heyder Reşîd bang li Xaça Sor a Navneteweyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku ji bo bidawîkirina ambargoya li ser herêmê bixebitin û hişyarî da ku eger ambargo dewam bike dê şêniyên kantonê û koçberên Efrînê bi karesatekê re rû bi rû bimînin.

Rebîhe Mihemed jî ku li Kampa Berxwedan bi cih dibe û ji bo dermankirinê berê xwe daye Heyva Sor a Kurd diyar kir ku zarok û kesên temenmezin ji ber nebnûa mazotê nexweş dikevin û Heyva Sor a Kurd heta ji destê wê tê bi şêniyan re dibe alîkar.

(cx)

ANHA