Rojnameyên erebî: Li daîreyên hikumeta Şamê yên Derayê pêleke mezin a îstîfayê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî îstîfayên li daîreyên girêdayî hikumeta Şamê û siyaseta Amerîkayê ya li Kendavê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Li daîreyên hikumeta Şamê yên Derayê pêleke mezin a îstîfayê
12 kanûn, 2022   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ ÎSTÎFAYÊN KOMÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Karmendên Sûriyê ji ber rewşa li ser wan hatiye ferzkirin azaran dikişînin. Mûçe têrê nakin, di heman demê de rê nadin ku dev ji wî karî berdin û rêyeke din a debarê bibînin. Li gorî hin karmendên li Derayê, di hemû aliyên jiyanê de li Sûriyê bihabûneke anormal heye.

Karmendekî li Derayê dibêje, mûçe 27 doldaran derbas nake anku 130 hezar lîreyên Sûriyê ye. Di heman demê de karmendên ku zêdetirî 15 rojan dev ji karên xwe berdin, ji 3 heta 5 sal ceza lê tê birîn û cezayê pereyan bi qasî mûçeya salekê tê birîn.

Heman karmend wiha axaftina xwe berdewam dike: “Yekane deriyê vekirî li pêş karmendan îstîfa ye, ev jî ne gengaz e, pêwîstî bi bertîlê heye ku hin caran digihêje nêzî 3 milyon lîreyên Sûriyê li hember qebûlkirina îstîfayê.

Îsal li Derayê pêleke mezin a îstîfayan hebû ku dişibe reva komî ji daîreyên fermî.

Karmendeke Gerînendetiya Perwerdeyê ya Derayê jî ji rojnameyê re got: “Rojane zêdetirî 10 daxwazên îstîfayê tên gerînendetiyê, hemû tên redkirin ji ber ku alternatîf nîn in. Di Mijdara îsal de zêdetirî 200 mamosteyî daxwaza îstîfayê pêşkêş kir.”

Sendîkayên xebatê li hember vê rewşê bê çare ne û nikarin rê li ber vê hilweşînê bigirin.

Çavkaniyekî hikumetê ku ji me re axivî, diyar kir ku ev îstîfayên komî dê bibin sedem ku daîreyên fermi ji karmendan vala bibin. Ev jî metirsiya karesatekê dide.”

‘SIYASETA AMERÎKAYÊ YA LI KENDAVÊ WINDAHÎ YE’

Rojnameya El Ereb jî der bare têkiliyên Amerîka-Kendavê de wiha nivîsî: “Bi hevrûkirina pêşwazîkirina serokê Çînê Xi Jinping di dema serdana wî ya Erebistana Siûdiyê de û pêşwazîkirina serokê Amerîkayê Joe Biden, diyar dibe ku rikeberiya Amerîkayê bi welatên Kendavê re tenê xizmeta planên berfirehbûna Çînê li Rojhialta Navîn dike.

Şîrovekar, siyaseta Amerîkayê ya li Kendavê wek “windahî” pênase dikin û Washingtonê şîret dikin ku siyaseteke diyar li hember Kendavê bimeşîne.

Pisporê kar û barên welatên Kendavê James Dorsey dibêje ku DYA xwedî kaxizên kêrhatî ye ku dikare bi kar bîne.

Li gorî Dorsey, ne Çîn lê belê Washington alîkariyê dide Siûdiyê da ku sazûmaniya xwe ya parastinê û ewlehiya neteweyî dewam bike, ew jî reforma leşkerî ye ku ji dema damezirandina Siûdiyê di 1932`yan de mijara herî sereke ye.

Armanca sererastkirinan ew e ku Siûdî bikare xwe biparêze, pergala çekan a Amerîkayê bi kar bîne û bi hin karên leşkerî û parastinê feydeyê bide ewlehiya neteweyî.

Şîrovekarê siyasî û leşkerî û rayedarê berê yê Pentagonê Bîlal Seib jî dibêje: “Rêveberiya Biden xwedî derfet e ku Siûdiyê beşdarî mijarên hesas ên ewlehiya neteweyî bike û bi rêya amûra reforma leşkerî berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê biparêze.”

(cx)