​​​​​​​‘Dewleta Tirk alavên tenduristiyê di êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar tîne’

Di raporekê de ku li Brîtanyayê hatiye weşandin, hat eşkerekirin ku dewleta Tirk a dagirker alavên ku ji Ewropa, DYA û Çînê kirîne, di çêkirina roketan de bi kar anîne û pê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

​​​​​​​‘Dewleta Tirk alavên tenduristiyê di êrişên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar tîne’
7 kanûn, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporê ku duh derketiye, firênên bazirganiyê ku şîrketeke Hollandayê ji bo ambulansan li Tirkiyê hilberandine, dewleta Tirk di roketan de bi kar anîne û pê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Li gorî raporê, di navbera Îlona 2021`yan û Hezîrana 2022`yan de lêkolînerên Navenda Lêkolînan a ‘Rêxistina Lêkolînên Şerê Çekdarî’ ya Brîtanyayê bermahiyên 17 roketên ji hewa bo erd ên di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine bikaranîn, lêkolîn kirine.

Li gorî endamên lêkolîna parçeyên bermahiyan ew roket ji aliyê şîrketa Roketsan a parastinê ya Tirkiyê ve hatine çêkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku parçeyên roketan ji aliyê şîrketên Amerîka, Çîn û Ewropayê ve hatine çêkirin û di nav de firênên Electromagnetism ên li gorî hilberînên Şîrketa Kendrion NV hene, ku navenda wê li Hollandayê ye.

Nûnerên Kendrion NV’yê ji lêkolîneran re got şîrketê di 2018`an de firotina 20-25 hezar frênan ji bo bikaranîna di ambulansandan de ji bo şîrketa FEMSAN a Tirkiyê erê kirine.

Hat destnîşankirin ku piştî ku agahî hatine ku ew frên di karên leşkerî de tên bikaranîn, şîrketa Kendrion da zanîn ku wan têkiliyên bazirganiyê bi şîrketa Tirkiyê re bi dawî kirine.

Lêkolîn beriya êrişên dewleta Tirk ên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin ku meha borî piştî teqîna li Stenbolê dest pê kiribû.

Di raporê de nehat gotin ku firoşkarên parçeyên di roketan de hatine bikaranîn, tu qanûn binpê kirine, lê hat diyarkirin ku di demekê de Yekitiya Ewropayê ji 2011`an qedexeya çekan li ser Sûriyê daniye, ev ceza li dewleta Tirk nehatiye ferzkirin.

(cx)