Sûcekî şer ê nû yê dewleta dagirker

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran firina yekane ya gundê Rebîat ê Zirganê ku nan dida zêdetirî 20 gund û bajarokan, kir hedef.

Sûcekî şer ê nû yê dewleta dagirker
7 kanûn, 2022   08:41
HESEKÊ

 Nûçegihanê ajansa me duh (6`ê Kanûnê) xwe gihand gundê Rebîat ê li başûrê navçeya Zirganê ya Hesekê ku bi awayekî domdar ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve êriş lê tên kirin û sûcên dagirkeriya Tirk û bombebarankirina yekane firina gund belge kir.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, firina gund ku li herêmê yekane ye û ya welatiyê bi navê Nûrî Nûrî ye, cara yekê di 23`yê Mijdara borî de hatibû hedefgirtin û zirarên mezin tê de pêk hatibûn. Li ser wê yekê firin bi temamî ji xizmetê derket.

Firinê pêdiviya nan a zêdetirî 20 gund û bajarokan peyda dikir û rojane 2 hezar û 200 rebteyên nan derdixistin.

Piştî çend saetan ji belgekirina hedefgirtina firinê, artêşa Tirk a dagirker carek din bi çekên giran kir hedef, lê asta zirara ku di encama topbarana duyemîn de çêbûye nehat zanîn.

Li gorî qanûnên navneteweyî, hedefgirtina cihên xizmetguzariyê qedexe ye û wek sûcê şer tê hesibandin û sûcdar tên cezakirin. Lê belê hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng in.

(cx)

ANHA