YPJ’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin: Roj Xabûr 22’yê Tîrmehê şehîd bû

YPJ’ê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi nûçeyên derew hewl dide bêçarebûna xwe veşêre û destnîşan kir ku berevajî îdiaya dewleta Tirk, fermandar Roj Xabûr di 22’yê Tîrmehê de şehîd bûye.

YPJ’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin: Roj Xabûr 22’yê Tîrmehê şehîd bû
7 kanûn, 2022   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî îdiayên derew ên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî da.

YPJ’ê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi gef û derewan civakê bitirsîne û hate gotin: “Rûyê dewleta Tirk a çete ku di bingehê xwe de li ser derewan hatiye sazkirin, careke din bi nûçeyên hevalên me yên ku me şehadetên wan di demên derbasbûyî de ji raya giştî re eşkere kiriye, wekî ku ew heval nû şehîd bûne, parve dike.”

Di dewamê de hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker di 22’yê Tîrmehê de li ser rêya Qamişloyê bi balafira bêmirov êrişî seyareyekê kir û di encama vê êrişê de fermandar Roj Xabûr bi fermandar Jiyan Tolhildan û hevrêya me Barîn Botan re şehîd bûn û me şehadeta wan hevalan di 23’yê Tîrmehê de bi gelê xwe û raya giştî re parve kiribû. Dewleta Tirk a derewker nûçeyên wekî ku niha êriş kirine û fermandar Roj Xabûr şehîd bûye, parve dike.

Dewleta Tirk a faşîst tengavî, bêçaretî û zeefiyeta xwe bi nûçeyên wisa diyar dike. Divê gelê me îtibara van nûçeyên derew ên dewleta Tirk a dagirker neke û rûyê derewîn ê dewleta Tirk a faşîst nas bike.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên nasnameya şehîd Roj Xabûr wiha ne:

Nasnav: Roj Xabûr
Nav û Paşnav: Ciwana Heso
Navê Dayikê: Şems
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê, 1992
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, 22.07.2022.