‘Dibe ku Nexweşxaneya Avrîn di nava çend saetan de ji xizmetê derkeve’

Rêveberiyekî Nexweşxaneya Avrîn hişyarî da ku ji ber nebûna derman û oksîjenê, rawestandina ambulansan û qutbûna kehrebeyê li nexweşxaneyê, di çend saetên pêş de dibe ku nexweşxane ji xizmetê derkeve.

‘Dibe ku Nexweşxaneya Avrîn di nava çend saetan de ji xizmetê derkeve’
6 kanûn, 2022   11:23
 ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Hikumeta Şamê ambargoya li ser kantona Şehbayê dewam dike, nahêle madeyên sotmenî, derman û madeyên xwarinê bikevinê. Ev yek xetereya rûdana karesateke mirovî nîşan dide.

Piştî ku ji ber nebûna mazotê xebatên saziyên xizmetguzariyê û dewama dibistanan li Şehbayê hat sekinandin, ambulansên Nexweşxaneya Avrîn jî hatin rawestandin.

Berê li Nexweşxaneya Avrîn ku rojane nêzî 600 welatî pêşwazî dikirin, 5 ambulans dixebitîn.

Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrîn Dr. Azad Reşo ji ajansa me re axivî û ji ber nebûna mazotê, derman û oksîjenê hişyarî da û got: “Ji ber ku madeyên germkirinê û kehrebe li nexweşxaneyê tune ne, nexweş di sermayê de tên dermankirin.”

Azad Reşo bal kişand ser azarên welatiyan, nexasim zarokan ên ku li kampan û li malên nîvwêrankirî ji ber sermayê û nebûna mazotê di mercên zehmet de dijîn û bi xetereya nexweşiyên mewsimî re rû bi rû ne.

Reşo hişyarî da ku eger derman neyên peydakirin anku nexweş ji bo nexweşxaneyên bajarê Helebê neyên veguhastin, dibe ku bi dehan welatî jiyana xwe ji dest bidin. Di heman demê de bang li rêxistinên naveneteweyî û hiqûqî kir ku tavilê destwerdanê bikin û dorpêçê bi dawî bikin.

Li kantona Şehbayê zêdetirî 200 hezar koçberên Efrînê û şêniyên resen ên Şehbayê, zêdetirî 3 hezar astengdar û zêdetirî 25 hezar zarok hene.

(cx)

ANHA