​​​​​​​Ji ber şewatê 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bûn

Di encama şewitîna konekî perwerdeyê de li kampa Til El Simin a koçberên Girk Spî de, 9 xwendekar û gerînendeyê dibistanê birîndar bûn.

​​​​​​​Ji ber şewatê 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bûn
​​​​​​​Ji ber şewatê 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bûn
​​​​​​​Ji ber şewatê 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bûn
​​​​​​​Ji ber şewatê 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bûn
​​​​​​​Ji ber şewatê 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bûn
​​​​​​​Ji ber şewatê 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bûn
​​​​​​​Ji ber şewatê 9 xwendekar û rêveberê dibistanê birîndar bûn
6 kanûn, 2022   11:01
EYN ÎSA

Ji birîndaran 5 li Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş û yên din li nexweşxaneyên Reqayê têne dermankirin.

Li gorî gerînendeyê dibistanê ji ber ku agir bi sobeyê ket, kon şewitî.

Navên 7 xwendekaran û gerînendeyê wan ên birîndar bûne wiha ne: Viyan Ednan, Emar Muslim, Daniyêl Derwîş, Yusif Şerîf, Şiyar Ismet Xelîl, Înas Xelîl, Mîdye Elî, Mîrkan Ehmed Ebdulqadir û gerînendeyê dibistanê Ehmed El Mistefa.

(şx)

ANHA